Ji bo çêkirina bîrdariyê (abîde) pêwîstî bi îmzeya 2 hezar û 500 kesên ku li Den Haagê dijîn heye. Di daxwaznameya kampanyayê de tê xwestin ku bîrdarî li kolana Johan De Wittlaanê ji aliyê Şaredariyê ve were çêkirin.
Heta niha 137 kesên ku endamên rêveberiya Partiya Sosyalîst (SP) jî di nav de ne, beşdarî kampanyayê bûne.
Di daxwaznameya ji bo bîrdariya Helepçeyê hatiye amadekirin de balê dikişîn ser kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û tê diyarkirin ku bi salane roja 16’ê adarê, li berambarê avahiya OPCW’yê tê bîranîn û bang li Kurdên li Den Haagê dikin ku beşdarî kampanyayê bibin.
Tê payîn ku kampanyaya îmzeyan heta 16’ê adara 2012 be dawî bibe û kesên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin dikarin serdana navnînaşna malpera înternetê ya li jê bikin: https://petities.nl/petitie/aanwijzing-locatie-waar-een-gedenkteken-kan-komen-voor-halabjaherdenking
ANF/DEN HAAG