Çalakvanên Kurd li bajarê Dênver a eyaleta Kolorado ya Emerîka ziman û çanda Kurdî bi xwendekarên zanîngehê dan naskirin.

Di meha Adarê de salane li Zanîngeha Metropoletin a bajarê Dênver a eyaleta Kolordo ya Emerîkayên pêşangehên çand û zimanên cuda tê vekirin. Cara yekemîn Kurd jî beşdar bûn.

Di pêşangehê de çalakvanên Kurd çand û zimanê Kurdî bi xwendekaran dan nasîn.

Herwiha xwendekaran jî eleqeyeke mezin nîşan dan û xwendekar bi naskirina çand û zimanê Kurdî kêfxweş bûn. Herwiha biryar e ku ziman û çanda Kurdî bikin bernameya beşa xwendina çandê ya zanîngehê.

Di nava aktîvîteyan de govend, film û ziman hebû. Pêşangeh doh bi dawî bû.

 

ROJNEWS/DÊNVER