Li Girava Axtamara, Dêra Axtamarayê ku di nava gola Wanê de ye, 2'emîn ayîna ermeniyan pêk hat. Ermeniyan piştî sala 1915'an li Dêra Ermeniyan Axtamarayê bi beşdariya sedan kesan 2'emîn ayina xwe pêk anîn. Ermeniyên ku ji çar aliyên cîhane li gireva Tamara ya Gola Wanê kom bûn, bi armanca ayinê bikin wekî ku têkevin pêşbirgê berê xwe dan dêrê û herikîn giravê. 25 ferîbotan bê navber welatiyên ermenî û mêvan barkirin û kişandin girava Axtamarayê. Li gel ermeniyan gelek welatiyên ku bi armanca dêrê ziyaret bikin û ayinê tameşe bikin jî di nava pêşbirgî û perojeşekê de berê xwe dan girava tamarayê.
Beriya ayinê bi sedan welatî li îskeleya Westanê rawestiyan û bi ferîbotan berê xwe dan Dêra Axtamarê ya li Giravê. Belkêş ku ku didema ayînê de ala tirk a 10 metreyî li giravê çikilandin û wekî ku nû girav ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibe rizgarkirin hate nîşandan. Her wiha di ketina giravê de jî gelek alên tirk hatin daliqandin. Li dervê îskeleyê konê tenduristiyê hate vedan û ambulans hatin amadekirin. Bi sedan ermeniyên ku herikîn giravê, piştî Dêra Axtamara ziyaret kirin û temaşe kirin li beşa findan find pê xistin û dest bi dua û ayinan kirin. Di dema ayinê de gelek walatiyên ermenî hêsirên xwe negirtin û hêsir barandin.

Ayin ji aliyê çapemeniyê ve jî rastî eleqeyek mezin hat
Ermeniyên xirîstiyan ku hatin dêrê, beriya ayinê ketin dêrê û dua kirin. Piştî duayan dest bi ayinê kirin. Ayin ji aliyê Serrahîbê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ve hate birêvebirin. Her wiha di ayinê de Serrahibê Patrikxaneya Ermeniyên Stenbolê, Tatul Anuşyan, Wekîlê Giştî ye Patrikatiya Ermeniyên Tirkiyeyê Serpiskopos Aram Ateşyan û gelek oldanên din amade bûn. Dîsa wekîlên waliyê Wanê û endamên meclîsa şaredariya Wanê amade bûn. Ayin ji aliyê çapemeniye ve rastî eleqeyek mezin hat. Ji ber ku hundirê dêrê dije bû, li dervê dêrê jî pergala deng ava kirin û gelek kesan li dervê dêrê ayin kirin. Gelek ermeniyan di ayinêde hesir barandin.

Maşalyan peyamên aştiyê dan

Li ser navê Patrîgiya Ermeniyên Tirkiyê Serrahîp Sahak Maşalyan axifi û di axaftina xwede peyamên aştiyê dan. Maşalyan, diyar kir ku piştî salekê ewna ji 4 alî cîhanê ji bo ziyareta Hec hatine Dêra Axtamara û wiha axifî: " Pêwistiya xwuda bê îbadetxaneyên mîrovan qet nîne. Lê mîrov ji bo ku xwe li dijî yekinî û xirabiyê cîhanê biparêzin bi îbadetxaneyan pêwistiyê dibînin. Mîrovahî ew erdan çawa nikare li hev parke. Cihê ku bihuşta xuda parkirin heye ew şera ji bo çê? Her kes li vê cîhanê mêvane." Maşalyan piştre duayên ku behsa aştiyê dikin xwendin û duayên xwe berî behra Wanê dan ji ber ku bighîjîne mîrovahiyê. Ayîn bi belavkirina nanê ku mey lê hatî kirin berdewam kir. Ayîn bi duayan didome.

DÎHA/WAN