Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di nava 24 saetên dawîn de bi êrîşên ezmanî yên li ser bajarê Derayê 93 kes mirine.
Hêzên rêjîmê doh êrîşên xwe li ser gelek herêmên Derayê zêde kirin. Hate diyarkirin ku ji saetên sibê ve zêdetirî 35 êrîşên hewayî li ser bajar hatine kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dest nîşan kir ku êrîş li ser jêrzemînekê li El-Misêfra ya dikeve rojhilatê bajarê Derayê pêk hatiye. Di encama wê de 17 kes di nav de zarok, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û dest nîşan kir ku bi vê yekê re hejmara kuştiyan bû zêdetirî 93 kesan.
Ji ber bombebaran û topbarana li ser Derayê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Steffan De Mistura di nava metirsiyan de ye ku li başûrê rojavayê bajar şer derkeve ku ew dever herêmên agirbestê ne.
DERA