Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku di Şerê Tinekirina Terorê de pêr û doh 49 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh bîlançoya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yê di çarçoveya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD`ê bi vî rengî ye: “Li derdora Baxoz di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şer qewimî. Şervanên me erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê beriya ku bigihîje armanca xwe teqand û nêzî 1 kîlometre bi pêş ve çûn. Her wiha nuqteyên xwe çêkirin û gelek terorîst kuştin.
Her wiha terorîstên DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve êrişî nuqteyên şervanên me kir. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyên terorîst de qewimî û gelek çete hatin kuştin.
Balefirên Koalîsyona Navdewletî jî navendên terorîstan kirin hedef.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî destek da
Li derdora Hecînê piştî şerê bi terorîstan re şervanên me 600 metre bi pêş ve çûn. Gelek nuqteyên xwe ava kirin. Gelek çete hatin kuştin. Erebeyek û çend motorsîklêt ku çeteyan di çûn û hatina xwe de bi kar dianî, hatin rûxandin.
Şervanên me gelek çek û cebilxane desteser kirin.
Tîmên eskerî yên taybet mayinan radikin û herêmê ji mayinên ku terorîstên DAIŞ`ê danîne, paqij dikin.
Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî erebeya bombebarkirî ku amade bû were teqandin, rûxand, gelek navendên bicihkirina terorîstan jî rûxandin. Di wan her du rojan de 49 terorîst hatine kuştin.”
DÊRA ZORÊ