QSD‘ê dewreyek nû ya şervanên Dêra Zorê bi dawî kir
Li Akademiya Şehîd Egîd a QSD‘ê dewreya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Hemûd Ehmed El-Sebaxa” bi merasîmê bi dawî bû.
Li Akademiya Şehîd Egîd a QSD‘ê beriya 29 rojan bi tevlîbûna ciwanên Dêra Zorê dewreyeke perwerdeyê bi navê “Şehîd Hemûd Ehmed El-Sebaxa” hatibû destpêkirin.
Fermandarên QSD, endamên Meclisa Zagonsaz, Meclisa Jin, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên herêmê û bi dehan şêniyan bajaroka Kisra beşdarî merasîmê bûn.
Bi navê Hêzên Leşkerî ji fermandarên QSD Dilşêr di merasîmê de axivî û got: “Şehîd leheng û pêşengên me ne, em soz dikin ku em ê xeta wan bişopînin heya hemû herêman ji çete û dagirkeran rizgar bikin.”
Bi navê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivî a Demokratîk a Dêrazorê endamê Meclisê Xelef El-Eseed jî axivî û got;” Divê em li hemberî hewldanên hedefgirtina aramiya herêmên me bisekinin û planên dijber têk bibin.”
Ehmed Hemûd El-Sebaxa bi nasnav (Zaza) 23‘yê Îlonê di Pêngava “Şerê Tinekirina Terorê” li gundê Baxozê şehîd bû.
DÊRA ZOR