Li Dêra Zorê gav bi gav QSD
Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Mistefa Balî diyar kir ku şervanên wan ji bo zirar li sîvîlan nebe, hesas tevdigerin û got, sedema lawazbûna bipêşveçûna şervanan di vê qonaxa dawîn de ew e ku jiyana welatiyan diparêzin.
QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê pêngavek dabû destpêkirin. QSD di qonaxa dawîn a vê pêngavê de jî bi pêş ve çû û pireke stratejîk bi dest xist. Di 24 saetên dawîn de gelek çete hatin kuştin û gelek sivîl hatin rizgarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê li dijî bajarokê Hecînê yê nêzî sînorê Iraqê, operasyon dabû destpêkirin.
Operasyon ji 11’ê Îlonê û vir ve didome. Li nêzî sînorên Iraqê şerê dijwar rûda. Di 24 saetên dawîn ên operasyonê de pireke stratejîk hate bidestxistin û êrişên çeteyan hatin şikandin. Gelek sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
Pireke stratejîk ket destê QSD
Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Baxoza Jorîn şerê giran qewimî.
Şervanên QSD’ê pira di navbera gund û El-Bûkemalê xistin bin kontrola xwe. Gundê Baxoza Jorîn 6 kîlometreyan dûrî sînorê Iraqê ye.
Piştî paqijkirina pirê, çeteyan dîsa êriş kir. Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê, şervanên wan li vê derê 6 çete kuştine. Her wiha QSD doh ragihand ku li eniya Hecîn, El-Kesra, El-Şedadî, Baxoz di 24 saetên dawî de 35 çete hatine kuştin.
Du jinên Êzîdî hatin rizgarkirin
Li aliyekî, operasyon bi pêş ve diçe û li aliyê din jî bi operasyonên taybet sivîl ji destê çeteyan tên rizgarkirin. Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê li bejahiya Dêra Zorê şervanên wan bi operasyoneke taybet du jinên Êzîdî ji nav lepên çeteyan rizgar kirine. Hate diyarkirin ku şervanan zarokê bi navê Înas Reşo (12) û jina bi navê Melko Xidir Kotî (40) ya ji gundê Koço, rizgar kirine.
Serçeteyek hat girtin
18’ê Îlonê ango doh çeteyan derbeke giran xwar. Li eniya Baxozê, serçete Ebû Hacîr El Şamî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat girtin.
QSD ji bo sîvîlan hesas tevdigere
Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê, Mistefa Balî jî derheqa hemleyê de peyivî. Mistefa Balî got, ji bo zirar negihe însanên sîvîl ew hesas tevdigerin, ev yek jî dike ku hêzên wan dereng bi pêş ve biçin.
Balî got, çeteyên DAIŞ'ê xelkên sîvîl di şer de wekî mertal bi kar tînin û wiha peyivî: "Di du rojên destpêkê yên vê qonaxê de yekîneyên me yên taybet karîbûn hejmareke mezin ji welatiyên sivîl û zarokan ji deverên şer rizgar bikin.
Sedema lawazbûna bipêşveçûna şervanan di vê qonaxa dawîn de ew e ku jiyana welatiyan diparêzin."
Mayinên çeteyan jî pêşveçûnê hêdî dikin
Balî got, tîmên pispor ên bêbandorkirina mayinan li rex şervanan tev digerin, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê hejmareke zêde ji mayinan li her derê çandine da ku rê li pêşiya bipêşveçûna şervanan bigirin.
Her wiha Mistefa Balî piştrast kir ku koordîneya di navbera QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de pirr baş e. DÊRAZOR