Li ser banga rûspî û şêxên li Dêrazor û Şedadê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker seferberî hate destpêkirin û bi dehan ciwanan peywir stendin.
Bi dehan ciwanan rahiştin çekê. Ciwanê bi navê Ela Xelef got, “Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku ferqê têxe navbera mirovan, sivîlan qetil dike. Li Serêkaniyê û Girê Spî delîlên vî tiştî hene. Bi sed hezaran mirovan koç kirin û gelek zarok û jin hatin qetilkirin. Ji bo em li hemberî dewleta Tirk a dagirker şer bikin em bi QSD’ê re ne.”
Ciwanê bi avê Husên Denho jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qetlîam e û got, “Em ê li ber vê qetlîamê rabin, divê her kes tevlî nav vê seferberiyê bibe.”
ANF/ŞEDADÊ