Li her sê aliyên Kobanê şer û pevçûnên demî di nerbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de didomin. Hate gotin ku çeteyên DAIŞ'ê li herêma Sirrîn, Cerablus û Girê Spî (Til Ebyed) tevgera xwe zêde kirine û hêzên xwe komî ser hev dikin.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin şer û pevçûnên demî li nêzî gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê, bajarokê Sirrîn ê başûrê Kobanê û gundê Sosik ê Girê Spî yê rojhilatê Kobanê dewam dikin.

Der barê encama pevçûnên demî de ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên ku hêzên xwe li nêzî van deveran komî ser hev kirine û hewl didin êrîşan pêk bînin rastî bersivdayîna YPG'ê têne.
Li aliyê din hate destnîşankirin ku komên çete yên DAIŞ'ê hêzên xwe yên li gelek deveran komî ser hev dikin û li herêmên derdora Kobanê bi cih dikin.
Hate gotin ku li nêzî gundê Sosik ê Girê Spî (Til Ebyed) jî tevgera leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê dewam dike.  

2 gund hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniya YPG'ê der barê çalakiyê de li ser malpera xwe ya fermî diyar kir hêzên YPG'ê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û dûrxistina êrîşên komên çete yên li herêmê şeva 23'ê Adarê saet di 23.00'an li dijî bargehên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundên Rawiya û El-Dehmam ên rojavayê Serêkaniyê çalakî pêk anîn.
Çapemeniya YPG'ê destnîşan kir ku di encama çalakiya ku heta sibeha roja 24'ê Adarê dewam kir de hêzên YPG'ê her du gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha di encama çalakiyê de 15 çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn û çek "3 BKC, Qenasek, RBG yek, Doçkayek 12.5 û gelek cebilxane û mamûrên leşkerî” desteserkirin.

KOBANÊ /SERÊKANIYÊ