Evdillah Gûherî yek ji berpirsên vê encumenê derbarê damezirandin encumeniyê de wiha axivî: “: Ev encumenan li dû wergirtina destûrên pêwîst ji besîca hunermendên Deregezê û bi armanca vejiyandina çand û zimanê Kurmancî û pêşxistina çalakiyên hunerî hat damezirandin. Biryar e ku di warên cûr bi cûr ên hunerî ji wan zimannasî, helbest xwendin û mûzîkê bixebite.”


Her wiha Gûherî da xuyakirin ku damezirandina vê encumenê ji destpêkê ve bi amadebûna ciwanan bû ku tûşî pêşwaziyeke baş jî hat û heta niha 20 kes ji ciwanên xwedî feraset di warê helbesta Kurmancî li babet û çarçoveyên cûr bi cûr bûne en damê vê kanûnê.

A niha civînên Encumena Helbestvanên Ciwan ên Kurmanc a Deregezê rojên şemiya her hefteyê ji saet 16 heta 18`ê li gorî kanûna hunermendan bi rê diikevin.


Deregez li kû derê ye?

Deregez bajarek ji parêzgehê xorasanê Rezevî li bakurê rojhelatê Îranê ye û ji Tehranê 1150 û ji Meşhedê 255 km dûr e. Sînorê Deregezê ji alî bakurê da kişwera Turkmenîstan , ji rojhelatê û başorê rojhelatê bajarê Meşhed û ji rojavayê bajarê Qûçanê ye . Piranî şêniyên Deregezê Kurd in. 


 NAVENDA NÛÇEYAN