Di çarçoveya xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de, ji bo amadekariyên sala bê, li herêma Koçerat a Dêrikê ezmûn ji 40 mamosteyên ku ji bo sala bê tên amadekarin hate lidarxistin. Ezmûna asta 2'emîn saet di 09.00'an de li dibistana gundê Beroj hate lidarxistin. Ezmûn di bin çavê mamosteyên zimanê kudî li herêma Dêrikê pêk hatin. 40 mamosteyên ku hatine amadekirin tevlî dewreya SZK'ê ya amadekariya mamosteyan bû û dewreya wan 3 mehan dom kir. Di dewreyê de waneyên li ser rastnivîs û rêzimana Kurdî di asta 2'emîn de hate dayîn.
Di derbarê mijarê Mamosteya Zimanê Kurdî li herêma Koçerat Ferhad Eylo da zanîn ku ew xwe amadedikn da ku zemîneke temem ji bo fêrkirina xwendekaran amadebikin û bang li xwendekaran kir da ku xwefêrî zimanê xwe bikin.
Mamosteya Zimanê Kurdî Sîma Ebdela jî diyar kir ku dewreya wan ji bo amadekariya mamosteyan başbû ji xwendekarên zanîngeha xwest da ku tevlî nava xebatên ziman bibin û valatiya ku heye dagrin.
ANHA/DÊRIK