Xebatkarê navendê Kemal Karabulut diyar kir ku qeyda li kursan wê heta 1'ê Nîsana 2015'an dewam bike û got, "Bi xebatên xwe yên li atolyeyê, em dixwazin çanda xwe, dîroka xwe, ziman û baweriya xwe ji nifşên nû re ragihînin. Lewma xebatên me yên kursa çand û hunerê bê pere tên dayîn û yên dixwazin qeyda xwe çêbikin divê serî li Navenda Çandê ya Ciwanan bidin."

Karabulut ragihand ku bi Kirmanckî yekemcar e wê xebata atolye ya Deyîrbaz bê meşandin û got, "Yek ji hêzên ku çanda Kurd hildigire, Deyîrbaz e. Bi alîkariya gotin û muzîkê, ji bo çand, ziman û baweriya me neyê jibîrkirin kevneşopiya Deyîrbaz hatiye heta roja îro."

Karabulut da xuyakirin ku ew ê li gelemperiya Dêrsimê xebatên xwe bidomînin û anî ziman ku ji bo dewamiya kevneşopiya Deyîrbaz ew ê Deyîrbazên li navçe û gundan li hev bicivînin û xebatên xwe bimeşînin.  


 DÊRSIM