Li gelek welatan Ewrûpayê li 26 navendan jî greva birçîbûnê dest pê kir. Ew çalakî wê li hemû welatên Ewrûpayê, li Kanada û Awûstralyayê heta 21’ê Kanûnê bi dorveger dewam bike.
Li bajarê Darmstadt li Elmanya li meydana Darmastadtê kon hate vedan û bi daxuyaniyeke greva birçîbûnê dest pê kir. Daxuyanî ji alî siyasetvanê Kurd Faysal Sariyildiz ve hat dayîn. Sariyildiz got, ew çalakî bi qîmet e û divê gelê Kurd li derûdora vê bibe yek.
Li Kolnê jî bi pêşengiya KCDK-E, saziyên jinan, TEV-ÇAND û siyasetvanan li ber dêra Dommê bi daxuyaniyeke dest pê kir. Li Stuttgartê jî li Marschtallecke-Könnig Strasse kon hat vedan û bi daxuyaniyeke greva birçîbûnê dest pê kir.
Çalekgerên li Berlînê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ku li Brandeburger Tor hat dayîn, ragihandin ku ew ê 10 rojan greva birçîbûnê bikin.
Greva birçîbûnê 3’ê Kanûnê li bajarê Elmanya Hîldesheîmê dest pê kir jî dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN