Cotkarên Deşta Pirsûsê, îsal di pembo de xisirîn. Cotkaran, diyar kir ku TEDAŞ û DSÎ’yê dest daniye ser tahsisata destekê ya çandniyê. Cotkaran, got sala bê ew ê pembo neçînin.

Cotkar Alî Altin ku 25 salan cotkariyê dike, anî ziman ku îsal li gundê Xerzilê 100 donim pembo çandiye, lê belê îsal maliyet zêde bûye, fiyetê pembo kêm bûye. Altin, anî ziman ku ger îsal pembo di biniya 4 lîreyan de be, ew ê bixisirin û got: “Li Deşta Pirsûsê cotkarî nema.”

Cotkar Haci Altin jî, bilêv kir ku 35 sal in cotkariyê dike lê belê 4 sal in rewşa wan qet nebaş e. Bi ser de jî TEDAŞ‘ê dest daniye ser desteka wan û anî ziman ku 70 ji sedî yê desteka wan ji ber deynê ceryanê nedane wan û got: “Îsal perê destekê negihaşt me. Hemû blok kirin, paşê xistin ber deynê ceryanê. Her wiha DSÎ’yê jî dest danî ser desteka ji bo avê.”

 

 MA / ÛRFA