Piştî civîna şanda Tirkiye û YNK’ê, endamê polîtburoya YNK’ê Hakim Qadir ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Di civîna îro ya polîtburoya YNK û şanda wezareta derve ya Tirkiyê de behsa rewşa navçeyê û bi taybet a Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Hakim Qadir wiha got: “YNK’ê di civînê de bi eşkere daxwaz ji Tirkiyê kir ku bombebaran kirina sînorên Herêma Kurdistanê rawestînin. Me bi navê gelê Kurdistanê daxwaz ji şanda Tirkiyê kir ku çend zû be, bombebaran kirina Herêma Kurdistanê rawestîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya guftûgoyê bikarbînin.”

Ji aliyê YNK’ê, cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, berpirsê desteya rêveberiya polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, endamên polîtburoyê Hakim Qadir Hemecan, Erselan Bayîz û Omer Fetah beşdarî civînê bûn.

Şanda Tirkiyê pêr li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec jî civiya bû.

Li gor agahdariyên RojNewsê armanca serdana şanda Tirkiyê ya ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina ligel aliyên siyasî, taybet li ser operasyona Tirkiye ya li ser başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya ye. Tirkiye hewl dide piştgiriya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li ser êrişên hewayî werbigire.

Balafirên şer ên Tirkiyê ji 24’ê Tîrmehê ve Herêmên Parastina Medya bombebaran dike.    


 SILÊMANÎ