Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan kişanak, di koma BDP'ê ya Meclîsê de li ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP'ê rawestiya û xwest AKP dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berde û li daxwazên gel guhdar bike. Kişanank, anî ziman ku komkujiya Roboskê hêj înkar dikin û dixwazin ser wê veşêrin. Kişanak, destnîşan kir ku ji ber AKP nikare vîna wan dîl bigire û teslîm bigire li dijî şaredar û siyasetmedarên wan operasyonan pêk tîne  Kişanak, bilêv kir ku dewletê berê bi destê çeteyan Kurd înfaz dikirin û winda dikirin, niha jî bi destê darazê kelepçe dike û davêjin girtîgehan. Kişanak, xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û xwest rêya diyalog û muzakereyan vekin.
Kişanak, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze bi teslîmiyetê û şikandina vîna gel, BDP'ê teslîm bigire û wiha got: "AKP'ê hemû hêza dewletê dide pişta xwe û êrîşî BDP'ê dike. Dixwaze bi hêza polîsan BDP'ê bêdeng bike. Li hemberî vê hişmendiyê têkoşîn û berxwedan lazim e. An ev hişmendî tê bê guhertin, an jî dê ev hişmendî têk biçe. Ev hişmendî parlementer û şaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin di girtîgehê de ceza dike. Parlementerê me yê Wanê Kemal Aktaş ku bi vîna gel hate hilbijartin 3 sal û mehek ceza lê hate birîn û hate erêkirin.”

'Berê bi çeteyan niha bi darazê'
Kişanak wiha pêde çû: "Ger ku li vî welatî kesek nikaribe fikrê xwe bîne ziman ev çawa demokrasiye. Kemal Aktaş ji ber ku fikrê xwe anî ziman hate darizandin cezakirin. Ev encama guhertinên zagonê yên li ser navê hiqûq û demokrasiyê yên AKP'ê ne. Li ser navê "Têkoşîna Terorê" li dijî civakê û siyaseta demokratîk da meşandin. Hişmendî nehatiye guhretin.  Dibêje 'Min berê bi destê çeteyan înfaz dikir. Niha jî ez destê te kekepçe dikim û davêm hundir.”
Kişanak, da zanîn ku di her kêlika ku şaredar, parlemener û siyasetmedarên Kurd girtî dimînin demokrasî qirêj dibe û baweriya xwe winda dike. Kişanak, anî ziman ku ger hemû kesên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin wekî "Terorîst" bên îlankirin pirsgirêk çareser nabe.

‘Ne pêkane em bi hev re bijîn'
Kişanak, helwesta AKP'ê rexne kir û anî ziman ku bi vê feraseta înkar û îmhayê ne pêkan e bi wan re li Tirkiyê bijîn. Kişanak, daxuyand ku proje û siyaseta wan li ber çavan e û wiha AKP rexne kir: "Em komxebat, konferans û civînan çêdikin. Lê ev komcivînli ser navê doza KCK'ê tê darizandin û rastî lêpirsînê tên. Em li çareseriyê digerin, lê hewldanên me yên ji bo çareseriyê wekî xebatên "derdorê" tên dîtin. Em dibêjin hemû mafên civakan ji aliyê zagon û hiqûqê ve bê parastin. Divê hemû civakên li vî welatî mafê xwe yê nasnane, ziman, çand, siyaset û mafê xwe yên din azad bijîn.  AKP dixwaze pirsgirêka Kurd weki pirsgirêka "Terorê" bibîne cehaletiya herî mezin e. Kongreya Civaka Demokratik civina navîn pêk anî. Bi beşdariya 800 delegeyân pêk hat. Di kongreyê de biryarên girîng derketin. Biryara KCD vîna hemû Kurdistanê ye hate girtin. Ji ber vê yekê der barê kongreyêde lêpirsîn hate vekirin.
Kişanak, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Ji bo Brêz Ocalan karibe  rola xwe ya aştiyê pêk bîne. Divê diyalog û muzakere dest pê bike. Divê hemû astengî li pêş Ocalan bên rakirin. Divê tecrîd rabe. Divê diyalog û muzakere dest pê bikin.  DOKH ji bo çareseriyê li Cizîr Amed û Mêrsînê biryara mîtingan girt. Ji bo gel daxazên xwe yên demokratik binîn ziman xwest li daxwazên gel guhdar bike. Lê girseyên ku xwestin li Amed û Cizîrê beşdarî mîtîngê bibin hatin astengkirin.”

AKP'ê ewil xwest komkujiya li Roboskiyê veşêre, lê niha êrîş dike û neheqiyê li me dike. Niha dîsa vê komkujiyê înkar dikin û dixwazin ser wê veşêrin. Parlementerekî AKP'ê jî dibêje raste min dîmen temaşe kir û xuya dibe dimen ên qaçakvana nin.

DÎHA/ENQERE