CEFER CEFO/XANDÎ ELO ANHA/ŞEHBA Zaroka 9 salî Mewlûde tiştên ku di dibistanê de fêr dibe, êvaran li malê hînî xwişk û birayên xwe û zarokên din dike. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk piştî dagirkirina Efrînê li Şehbayê ji bo 13 hezar xwendekaran dibistanên nû vekirin. Mewlûde Elîko ya 9 salî jî yek ji wan zarokan e. Mewlûde ji Efrînê ye û vê gavê ji ber zilma dewleta Tirk li Şehbayê dimîne.   Mewlûde nava hefteyê her sibeh diçe dibistanê da ku xwendina xwe dewam bike. Mewlûde ji bo ku parastina zimanê Kurdî bike, piştî ku ji dibistanê vedigere malê, xwişk û birayên xwe fêrî zimanê Kurdî û rêzimana wê dike.