Endamên Saziya Zimanê Kurdî dersên bi Kurdî di Dibistana Ebdela Elqadirî ya li Taxa Miftî da destpêkirin. Destpêkê dê hefteyê 2 caran dersên Kurdî bêne dayîn û tê payîn ku di demên pêş de dersên bi Kurdî di dibistanên din jî bê dayîn û setên dayînê jî zêde bibe. Rayedarên SZK’ê destnîşan kirin ku rêveberiya dibistana Ebdula Qadirî bi wan re alîkar bûn. Derbarê mijarê Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Hesekê diyarkirin ku ew amede ne ku dersên Kurdî li hemû dibistanan bidin. Mamosteya Zimanê Kurdî Firyal Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew bi perwerdeya di dibistanên fermî de ku yekem car li Hesekê pêk tê şabûne. Xwendekar jî bi fêrbûna zimanê Kurdî kêfxweşbûn.
HESEKÊ