Ji ber barana zêde ya li parêzgeha Dihokê lehî rabû û di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li herêmê Çilmêran, Serdeşt û Kersê yên Şengalê ji ber barana zêde lehî rabû. Baran pêr heta seat 23:00’ê şevê, bê navber li parêzgeha Dihokê barî. Ji ber barana zêde lehî rabû û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên polîsê Dihokê, ji ber barana zêde, lehî rabûye, avê daye ser 27 malam û 27 wesayît jî li ber avê çûne. Ava lehiyê da ser wargehên penaberan jî û nexasim jî li wargeha penaberên Şengalî ziyaneke mezin çêbû. Ji ber barana zêde li Şengalê jî lehî rabû Li herêmê Çilmêran, Serdeşt û Kersê yên Şengalê ji ber barana zêde lehî rabû. Baran û zîpika ku pêr êvarê li Şengalê dest pê kir, heta nîvê şevê dewam kir. Barana ku li gelek cihan rê li ber lehiyê vekir, xisar da kon, xanî û bexçeyên welatiyan. Li Serdeşt û Kersê, zirar û ziyan bû li malbatên ku li binê konan dimînin. DIHOK/ŞENGAL