Ajansa Nûçeya a Firatê doh cih da îdîayekê û got, li derdora bajarê Dihokê li Başûrê Kurdistanê, li dijî otobuseke eskerî ya artêşa Tirk çalakiyek hatiye lidarxistin û 12 esker hatine kuştin. 

Li gorî vê şeva 15’ê Mijdarê, karwanekî artêşa Tirk ku ji 8-9 wesayîtan pêk dihat, li herêma di navbera bajarokê Sersîng û Qadîşe, nêzîkî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê hedef hatiye kirin.

Li gorî nûçeyê di çalakiyê de di karwên de ku ji Şeladizê ber bi Dihokê ve diçû, otubusek hatiye îmhakirin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên herêmî girtine, 12 eskerên di wesayîtê de hatine kuştin û gelek esker birîndar bûne.

Nehate zanîn ka otubus ji aliyê kê ve hedef hatiye girtin.

Li Başûrê Kurdistanê 18 baregehên eskerî yên artêşa Tirk hene. 


ANF / DIHOK