Gencanî Welatparêzên Kurdistan û Xebatkarên Govara Hawdem ji bo ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê baregehên leşkerên Tirk yên ku di Gulana sala 1997’ê de li deverên wek Amêdiyê, Kanîmasê, Bamernê û Şêladizê bicîhbûne derbixe  kampanya îmzayan dan destpêkirin û heta destpêka 2012’an berdewam kir. Di encama kampanya îmzeyan de 470 hezar îmze hatin komkirin.

Di derbarê mijarê de Berdevkê Tevgera Ciwanên Welatparêz Pavel Qedemxêr got: “Armanca sereke ya me ew bû ku em li tevayî bajar, navçe, bajarok û gundên Herêma Kurdistan bigerîn û jibo derxistina leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê komkirina ‘1 milyon îmze’ bû. Lewra me wek ciwanan hewlek mezin jibo komkirina îmzayan da û bi şev û roj me îmza kom dikirin. Ji berku xebata me dayî destpêkirin di berjewendiya gelê Kurd û welatê me Kurdistanê de bû jibo wê jî nêzîk 50 rêkxistinên civakî û partiyên siyasî piştgirî dan kampanya me ya îmzayan.”

'Bêdengiya xwe xirap bikin'

Piştî ku girseya gel li cihê çalakiyê kombû ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Meşa ku bi hezaran welatîyên Kurd ku piraniya wan ciwan bûn bi sloganan destpêkir. Di dema meşê de bi dehan polîsên Herêma Kurdistanê jî amedebûn. Piştî ku girseya gel gihişt ber avahiya ku di sala 1997’ê de 64 gerilayên PKK’ê ji aliyê PDK’ê ve têde hatibûn kuştin bi deqeyek rêzgirtinê sekini û drûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin avêtin.  Piştî ku meşa ciwanan gihişt navenda bajêr ciwanan bi sloganên ‘Kujer Erdogan’, ‘Em Leşkerên Tirk li Kurdistanê Naxwazîn’ avêtin û sena Hikumeta Herêmê Şermezar kirin û pişte ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji Serokatiya Herêma Kurdistan, Serokatiya Hîkumeta Kurdistan û Serokatiya Parlementoya Kurdistan û ji Wezareta Karênhindir hate xwestin ku bêdengiya xwe xirap bikin. Herwiha hate gotin ku eger bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê bidome  ewê çalakiyên xwe bidomînin. 

DÎHA/HEWLÊR