
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê û gundên wê li hemberî siyasetên PDK û AKP‘ê yên dijî Şengal û Bakurê Sûriyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên herêma Tirbesiyê û gundên wê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi armanca şermezarkirina siyaseta Tirk ên binpêkirina herêmê û kuştina sivîlan li Bakurê Kurdistan û Babê meşeke lidar xistin.
‘Em îxanetê qebûl nakin’
Êzîdiyên Kampa Newroz êrîşên çeteyên PDK‘ê yên li ser Şengalê şermezar kirin û tekez kirin ku ev êrîş encama lihevkirina Barazanî û Erdogan e. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin û bang li Êzîdiyan kirin ku bi yek destî li hember PDK‘ê bisekinin û îxanetê bişkînin. Piştî xwendina daxuyaniyê, Êzidiyan ber bi sînorê di navbera Rojava û Şengal de herikîn û êrîşên şeremzar kirin. ciwanên êzidî jî tekez kirin ku ew ê li hember van êrîşan bê deng nemînin û nehêlin ku tu kes destdirêjiya li hember Şengalê pêk bîne“.
PDK li Kerkûkê hat şermezarkirin
Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiyê û Tevgera Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê, êrîşên çeteyên PDK’ê yên li Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, “Em êrîşên li dijî Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş gefeke mezin li siberoja azad a gelê me dixwin.”
DÊRIK/KERKÛK
Banga şermezarkirina êrişa PDK’ê
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “PDK a ku dest bi xizmetkariya dewleta Tirk a mêtînger kiriye, li Şengalê bi gefan dixwaze Êzîdiyan bitepisîne.” Di daxuyaniyê de ev polîtîkayên PDK’ê hatin şermezarkirin û bang lê hat kirin, ku derhal dest ji vê helwesta xwe ya ku zerarê dide destketiyên gelê Kurd berde. KCDK-E got, “Desthilatdariya AKP-Erdogan bi rengekî bê perwa PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar tîne. PDK jî bi rengekî vekirî bi dilxwazî vê yekê dike. Dijberiya PDK’ê ya li PKK’ê veguheriye dijberiya PDK’ê ya li Tevgera Azadiyê ya Kurd.”
Banga çalakiyên protestoyê
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E bang li gel, sazî, partiyên Kurd, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û alîgirên mirovahiyê kir, ku vê helwesta PDK’ê şermezar bikin û li dijî vê provokasyona ku dixwaze destketiyên civaka Êzîdî tine bike, têbikoşin, çalakiyên protestoyî lidar bixin.
Ji NAV-DEM û YJK-E banga lezgîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-EM) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang li Kurdan û dostên wan kirin, ku bi lezgînî dakevin qadan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, li her çar parçeyên Kurdistanê derfetên azadiyê ji her demê bêhtir in û hat destnîşankirin, ku êrîşa hevpar û hevkariya bi dewleta Tirk re wê zerarê bide tevahiya Kurdistanê. Di dawiya daxuyaniya hevpar de bang li meclîsên YJK-E, NAV-DEM sazî û rêxistinên Êzîdî, Elewî, Misilman û hemû Kurdan hat kirin, her wiha bangn li şoreşger, demokrat, welatparêzan hat kirin ku li dijî êrîş û dagirkeriya PDK û dewleta Tirk a li Şengalê, dakevin qadan.
DUSSELDORF