KCD-E li dijî faşîzma AKP’ê banga beşdariya çalakiyan kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku şerê giştî li dijî gelê Kurd, ketiye qonaxek faşîzan û bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, li gel Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyê belav bûye. KNK’ê ragihandin ku di êrîşên faşîzan de Kurd bi giştî di hedefê de ne, avahiyên HDPê li paytext Enqerê, li metropol û navçeyên Tirkiyeyê rastî êrîşên faşîzan tên û têne şewitandin. Konseya Rêveber a KNK’ê da zanîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, bi zimanekî faşîzan HDP hedef nîşan dan.
Têkoşîn û yekîtiya dilsoz
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
„Em weke KNKê bang li gelê Kurd li welat û derveyî welat dikin ku dinava yekîtiyek dilsoz û bi hêz de, bi rêxistînî li dijî vê faşîzmê, têkoşînek giştî bike.
Em bang li raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û hêzên global teva dikin ku, dengê xwe bilind bikin û faşîzma nasyonalîzma Tirk, bidin rawestandin û rê li ber komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bigirin. Em weke KNK’ê, car din bang li Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî li NATO dikin ku rê li ber faşîzma Erdogan û nasyonalîzma nû ya tirk bigirin û destûrê nedin ku li bakurê Kurdistanê komkujiyan bikin.“
Ji KCD-E banga çalakiyan
Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku çeteyên faşîzan ên qesrê bi barbarî êrîş dikin.
KCD-E diyar kir ku faşîzma AKP’ê qîma xwe bi vê jî neaniye, li aliyekî hewl daye bi tank û topan dorê li Kurdistanê bigire, li aliyê din jî bi rêya çeteyên faşîst êrîşî avahiyên HDP’ê û kargehên Kurdan dike, dişewitîne û got, „Bi hevkariya polîsê AKP’ê, çeteyên faşîst avahiyên HDP’ê dişewitînin û di nav hewldanên komkujiya giştî de ne. Gelê me bi canê xwe, avahiyên HDP’ê û qadên lê dijîn diparêze. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana gelê me ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derkeve û ji bo faşîzma AKP’ê di nava raya giştî ya cîhanê de teşhîr bike, tevlî çalakiyên demokratîk bibe.“ bê derd û bela daxwaz dikin.
ANF/BRUKSEL