Di pêşnûmeya parlementer Berkley û Engel pêşkêş kirin tê xwestin ku firotina helîkopterên êrişê yên AH-1W Super Kobra û parçeyên wan ên ji bo Tirkiyeyê bêne rawestandin.
Berkley û Engel ji endamên Meclîsa Nuneran a Amerîkayê re nameyê şandin û xwestin piştgirî bidin pêşnûmeyê. Di nameyê de balê dikişînin ser polîtîkaya êrişkar a Tirkiyeyê ya li hemberî welatên xwe yên cîran ên Derya Spî, têkiliyên wê yên bi Hamas û Îranê re û dixwazin firtona çekan a ji bo Tirkiyeyê bêne rawestandin.
Ji bo Obama name
Divê di nava 15 rojan de ev pêşnûmeya ku rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin, bê bersivandin. Lê Serokê DYE’ê xwediyê rayeya redkirina vê pêşnûmeyê û vetoyê ye. Ji ber wê jî parlementeran ji Obama re jî nameyek şandin.
Di nameya ji aliyê parlementer Shelley Berkley, Eliot Engel, Gus Bilirakis Carolyn Maloney, Michael Grimm, Frank Pallone, Ed Royce, Steve Israel û Jim McGovern ve ji Obama re hate şandin de rexneyên giran û tund li Tirkiyeyê têne kirin û daxwaz dikin ku firotina helîkopteran erê neke.
Her çendî parlementeran ji bo rawestandina firotina helîkopteran a ji bo Tirkiyeyê name ji Obama û Meclisa Nuneran re şand, lê balkêş bû ku der barê karanîna çekên kîmyewî yên li hemberî gerîlayên kurd hatin bikaranîn û tundî û êrişên dewleta tirk ên li ser gelê kurd de tu titşek nehate gotin. Lê baş tê zanîn ku wê Tirkiye van helîkopterên ku ji DYE’yê bikire li hemberî gelê kurd bi kar bîne.
Dîreltorê Komîteya Navnetewî ya Ermneyan a Amerîkayê (ANCA) Aram Hamparian piştgirî da hewldanê û bal kişand ser pêkanînên dewleta tirk. Hamparian got; “Tirkiye bi hemû derfetên di destê xwe de li Herêma Kurdistanê mirinan bi ser kurdan de dibarîne, gef li Ermenîstan, Qibris û Îsraîlê dixwe, ji bo astengkirina çekên ji bo Tirkiyeyê, em tevlî hewldanên dostên Ermenî, Qibris, Îsraîl û kurdan û parêzvanên mafê mirovan bibin.”
Enstîtuya Helenîk a Amerîkayê (AHI) jî daxuyaniyekê da û bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li hemberî Yewnanîstanê û dagirkeriya wê ya li ser Qibrisê û diyar kir ku ew piştgirî didin hemû hewldanên astengkirina firotina çekên ji bo vî welatî.
Li ser înternetê kampanya
Parêzvanên mafê mirovan ên ku hemberî firotina helîkopteran a ji bo Tirkiyeyê radibin, dest bi kampanyayê kirin. Di daxwaznameya bi sernava ‘Firotina Kobrayan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne’ de, tê xwestin ku Komîteya Têkiliyên Derve yên Senatoyê li hemberî firotina helîkopteran derkeve. Di kampanyaya ku wê ji Serokê Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE’yê John Kerry re bê şandin de wiha tê gotin; “Tişta ku herî zêde pêwîstiya kurdên li Tirkiyeyê pê heye, çareserkirina pirsa kurd a bi riyên aşitiyane ye, pêwîstiya wan bi teknîkek zêdetir û xurtir nînel! tîka dikin, li hemberî vê yekê derbikevin!”
Her wiha di daxwaznameya kampanyayê de bal tê kişandin ku DYE’yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê di 22’ê cotmeha 2011’an de çekên kîmyewî bi kar aniye û di encamê de 35 şervanên kurd hatine kştin. Her wiha balê dikişînin ser wêne û vîdeoyên vê hovitiya artêşa tirk a ku ketine malperên înternetê. Tê plankirin ku heta 12’ê mijdarê 5 hezar îmze bêne komkirin.
WASHÎNGTON