Rewşênbîr û sîyasêtmedarên Kurd yen Herêma Kurdistan a Federal dijî biryara girtina Roj TV ya şirkêten dewleta Fransa şermezarkirin û anîn ziman ku eger di navbera rejîma Fransa û Tirkîye de hevkarîyek qirêj tûnebe lazime ev biryara şaş be rastkirin.
Siyasetmedar Abdulxanî Elî diyar kir ku Roj TV ji bo pêşxistina gelê Kurd roleke giring dileyîze û got, “Ev telêvîzyon çavê Kurdane. Tirkiye jî bo çavê Kurdan bigire û tekîlîyen wan ji derve qut bike ket nav hewldanan. Hincet nîşan didin ku Roj TV dezgayeke teroriye. Ev ne raste. Terorîst dewleta tirke. Li Bakûrê Kurdistanê her roj komkujiyan li dijî welatiyen sivîl yen Kurd pêk tîne. Jî ber ku ev gemariya dewleta tirk rayagîştî re parve dike Roj TV hat girtin. Ev bûyer hevkariya qirej a di navbera dewleta tirk û fransî derxistîye holê. Li aliyekî li ser navê Êrmenîyan li dijî hev derdikevin li aliyê din jî komkujiya Kurdan de hevkarî dikin”

Berpirsyarê Dezgeyê Standart Mesud Evdilxaluq, jî diyar kir ku di sedsala 21’an de girtina televîzyonekê nayê pejîrandin. Evdilxaluq da zanîn ku nezîkatiyek dirû beramberî Kurdan heye û wiha pêda çû. “Eger vîcdan û exlaq hebî ev telêvîzyonên ku li dijî komkûjiya Kurdan bedengin ev ben girtin."

DÎHA/HEWLÊR




'Fransa darbeya mezin li azadiya çapemeniyê xist’
Rojnameger Hemin Kerim, diyar kir ku bi vê pêkanînê dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî weşana çapemeniya Kurdan Roj TV da girin. Kerim, anî ziman ku qedexebûn bûye perçeyekî dewleta tirk û di dîrokê de her tim dewleta tirk bi polîtîkayên înkar û îmhayê tev geriya ye. Kerim, da zanîn ku her dim destê tirkan di sînga Kurdan de ye û her roj bi girtina rojnameger, siyasetmedar û parêzeran, her wiha bi kuştina welatiyên sivîl polîtîkayên xwe berdewam dike. n SILÊYMANÎ