Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku Kurdan bihesibîne, xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikûmeta Başûr jî li şûna helwest nîşandanê, êrîşên Tirkiyeyê rewa dike. Nivîskar û çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna xwe diyar kir û got:“Tirkiye dijberiya xwe ya li hemberî aliyên Kurd li her cihî eşkere dike û li dijî hebûna Kurdan kar dike.“

Tirk dixwazin cihên din bigirin

Burhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dema derbasbûyî ya yasaya Iraqê û got; “Em niha dibînin dema yasayî ya Hikûmeta Iraqê derbas bûye, valehiyek yasayî û destûrî li Iraq  çêbûye. Her wiha pirgirêka hilbijartinê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê heye. Tirkiye vê rewşê ji bo xwe weke ferasendekê bi kartîne. Sûriye û Îran jî bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in. Tirkiye dixwaze di vê rewşê de cihê lingê xwe li Başûrê Kurdistanê de bike û gelek cihên din bigire. Vê yekê ji bi hênceta parastin û asayîşa xwe dike.”

Divê rêveber li dijî vê bin

Di dawiyê de jî Hekîm got; “Pêwîst e xelkê Kurdistanê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraq  û hemû aliyên ku Kurdistanê bi rê ve dibin, ji bo pêşî li binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê karên pêwîst bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ