Di çalakiya ku hêzên YPG’ê piştî topbarana hêzên rejîmê ya li ser taxa Şêxmeqsûd pêk anîbû û 6 sivîl birîndar bibûn de, 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Şervanên YPG’ê bersiva hêzên rêjîmê dan û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin. Fermandarekî hêzên YPG’ê diyar kir ku di encama pevçûnar de 5 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Li gundê Aşmê ya başûr-rojavayê Kobanê hêzên YPG’ê tirmpêlek çeteyan hedef girtin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatin girtin îro di saetên êvarê li nêzî gundê Eşmê ya başûr-rojavayê Kobanê de hêzên YPG’ê tirmpêlek doçka ya komên çete yên DAIŞ’ê ku hewl didan êrîş bikin hedef girt. Heman çavkaniyan diyar kirin ku di encama çalakiya YPG’ê de tirmpêla çeteyan hate ruxandin û 3 çeteyên ku di tirmpêlê de bûn hatin kuştin. 


HELEB/KOBANÊ