Di pêşbirkê  de jinên ciwan Nejbîr Îdrîs Xelîl di rêza yekem bi dest xist, jina ciwan Maya Xelîl ya duyemîn,  Zekiye Heyber Birahîm ya sêyemîn û Gulbirîn Hisên jî bo çaremîn bi dest xistin. Her wiha jina herî mezin ya bi navê Fikriya Mihemed û jina ciwan ya herî biçûk Medya Zoro jî xelat girtin. Piştre Serokê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Umer armanca darxistin pêşbirkê ji bo jinan ravekir û got: “Kesên ku di hindirê civakê de dibêjin şerme jin li biskilêtê siwar bibin, bi vê pêşbirkê vala hatin derxistin. Jinên tevlî pêşbirêkê bûne isbat kirin ku jin dikare di hemû qadan gavan bavêje.” 


 QAMIŞLO