Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû da xuyakirin ku Desteya Wezîran di civîna xwe ya roja Yekşemê de erê kiriye ku 26 girtî serbest werin berdan. Netanyahû her weha ragihand ku wê li axên hatiye dagirkirin, koloniyên nû bên avakirin. Îsraîlê dabû xuyakirin ku li gorî rêveçûna hevdîtinên aştiyê, wê heta dawiya vê salê 140 girtiyên beriya hevdîtinên Osloyê yên sala 1992'an hatibûn girtin, serbest bên berdan.
Hevdîtinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê, piştî sê salan li paytexta DYE Washingtonê di dawiya meh Tîrmehê de destpê kirin. Hevdîtin wê li Qûdis, Jericho û Şerîa Rojava dewam bikin.
Serkêşê danûstandinan ê Fîlîstînî Saeb Erakat der heqê hevdîtinan de got, "Hêvîdarim wê maddeyên me li ser biryar dane, bikevin meriyetê. Serbestberdana 104 girtiyan jî yek ji van maddeyan e. Peyman gelekî zelal e. Binpêkirinek di vî warî de, wê bê wateya rawestandina hevdîtinan."
Girtiyên ku wê herî dereng heta sibê bên berdan, tê îdîa kirin ku bi sedema bi Îsraîlê re xebitîne Îsraîlî û Fîlîstînî kuştine. Piştî ku Îsraîlê ji raya giştî re îlan kir ku ewê koloniyên nû ava bike, daxuyaniyên li ser serbestberdana girtiyan û hevdîtinên aştiyê, lawaz kir.
Tê payîn, koloniyên Îsraîlê li Şerîa Rojava û Rojhilatê Qûdisê bên avakirin. Yek ji nûnerê Fîlîstînê yê danûstandinan Mûhammed Şîtayeh got, "Sê roj beriya pêkhatina civînên danûstandinan, ev daxuyaniya dewleta Îsraîlê, bi armanca sabotekirina hevdîtinên bi zexta navnetewî destpêkirin e."
Nerazîbûnên navneteweyî
Washington, biryara avakirina koloniyên nû weke rewşeke bi fikar û guman nirxand. Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE Marîe Harf got, "Em fikarên xwe ji Îsraîlê re ragihandin. Em qebûl nakin ku dagirkerî were legalkirin."
Yekitiya Ewropayê jî da xuyakirin ku divê hewldanên bandoreke neyînî li hevdîtinên aştiyê bikin, neyên kirin. Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku li Şerîa Rojava avakirina koloniyan ne rewa ye û Rûsya jî got, "Ev yek ne çêker e."
Berdevkê çapemeniyê yê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanjahû, Marc Regev got, "Kolonî, wê li axa Îsraîlê bên avakirin."
TEL AVÎV