Di daxuyaniya li malpera fermî ya Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê (SF) de hat gotin, „Ji bo PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, SF wê bi roleke aktîf rabe.“ Hat destnîşankirin, ku SF tevî 100 endamên xwe yên li Parlamenta Ewropayê di vê mijarê de hem fikir e û hat gotin, divê lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê ji nû ve bê nirxandin û navê PKK’ê ji lîsteyê were derxistin.
Der barê mijarê de ji rêxistina SF a Frederîksbergê Vîllo Sîgurdsson û Pernîlle Frahm pêşnyarek kirin û ji bo vê pêşniyarê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Kurdan a li siyaseta Rojhilata Navîn û hat xwestin, şîdeta li Tirkiyeyê sor bûye ji aliyê her du aliyan ve derhal bê sekinandin.
‘PKK Kurdan temsîl dike’
Hat destnîşankirin, ku PKK gelek Kurdên li Tirkiyeyê temsîl dike, lewma çareseriyek bêyî PKK’ê nepêkan e. Pêşniyara hat kirin bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ji xwediyên pêşniyarê Pernîlle Frahm ji malpera nûçeyan a Kurd a li Danîmarkayê bi zimanê Danî weşanê dike Nûdem re axivî û got, „Beriya çend mehan me li Parlamenta Ewropayê belavokek ji îmzeya zêdeyî 100 endaman weşandin û pêşniyar kirin ku tevgera Kurd PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin. Me ragihand, ku SF wê di kongreya xwe de destekê bide vê danezana mafdar û bi heman rengî wê bixebite.“ Kurdistaniyên li Ewropayê kir.
ANF / KOPENHAGEN