
Berteka Mahabadiyan
Gelê rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Mahabadê di wê baweriyê de ne ku ew rapirsîna Navenda Deng û Reng ji rastiyê dûr e û planeke siyasî li pişt e û ji bo sivikirina hunermend efsaneyê muzîka Kurdî nemir Hesen Zîrek hatiye kirin. Ciwanên mahabadî destnîşan kirin ku bi vê rapirsînê hatiye armanckirin ku di nav gelê Kurd de nakokî û dubendî were pêşxistin.
Komeke ji ciwanên Mahabadê jî bi daxuyaniyeke ku dan çapemeniyê ji Navenda Deng û Reng ê Mahabadê xwqesin ku tavilê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û heke ku lêborînê nexwaze dê dest bi greva birçîbûnê bikin. Di daxuyaniya ciwanan de ev hat gotin: “Em lawên Mahabadê şevekê demê didin Navneda Deng û Reng a Mahabadê ku daxuyaniyekê bide û daxwaza lêborînê bike li ser wê bernameya ku bûye sedema wan hemû nexweşî û dilêşan û bûye cihê dilgiraniya welatiyan.”
Li Bokanê xwepêşandan
Li aliyê din li gorî nûçeya ajansa Kurdpayê şêniyên Bokana rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê çapemeniyê vê bêrêziya kul i hemberî Hesen Zîrek û muzîka Kurdî hatiye kirin şermezar kirine. Li gorî heman nûçeyên komeke ku di nav de hunermend jî heyî parka li quntarê Çiyayê Naleşkînê ji bo şermezarkirina rapirsîna Navenda Deng û Reng a Mahabadê çalakiyekê li dar xist.
Di wê çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê çalakgeran ve hat xwendin û wan ji navendên têkildar xwest ku pêdaçûna îxaneta der heqê çanda Kurdî de bikin. Çalakger li ser rapirsîna navborî diyar kirin ku bi plana afirandina dubendiya di nava Kurdan de hatiye çêkirin û wiha gotin: “Dem û dewranên çêkirina nakokiyan di navbera Kurdan de nemaye.”
MAHABAD/BOKAN