Li Almanya, Swêd, Hollanda, Swîsre, Fransa û gelek welatên din ên Ewropayê Kurd û dostên gelê Kurd li dij şerxwazî û êrîşên Hikûmeta AKP’ê yên li dij qadên gerîla derketin qadan û çalakî lidar xistin. 

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi hezaran kesî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûs û êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.

Di mîtînga ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk û Civaka Azad ve hat lidarxistin, nêzî 6 hezar kes beşdar bûn.  Di meşa saet 15:30’î li pêşiya Frankfurt HBF’ê destpê kin nêzî 3 kîlometreyan dom kir. Piştî meşê li qada Alte Oper mîtîng hate lidarxistin. Di meşê de Hevserokê NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur, Hevserokê AGÎF Mesût Dûman , Hevserokê AvEG-Kom Bakî Selçuk, Serokê Herêma AABF Hessen  Îhsan Dîlber û nûnera Yenî Kadin û MLPD axifîn. 

Bi heman mabestê Kurdên li derdora Dusseldorfê jî di çalakiyê de bûn.  Ciwanên ji stasyona Dusseldorfê ber bi navenda bjêr ve dest bi meşê kirin, dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Tolhildan“ meşiyan û tevî destwerdana polîsan jî meşa xwe ya ber bi navenda bajêr ve dewam kirin. Ciwanên li hemberî vê konsepta şer a li Kurdistanê tê meşandin rabûn serhildanê, destnîşan kirin ku heta hesabê van hemûyan bipirsin, ew ê li qadan bin.

Li paytexta Elmanya Berlînê jî endamên Ciwanên Azad, tecrîda li ser Ocalan, bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.

Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad bi beşdariya 5 hezar kesî saet di 18:00 de li Bernauerstraße destpê kir û bi şiyara „Xwedî li Rêbertî, şehîd û welatê xwe derkeve“ pêk hat. Ciwanên Azad, KNK, Meclîsa Jinê, PYD, pêkhateyên HDP’ê, Federasyona Êzidiyan, Rote Aktion, MLKP, Akît, Atîf û gelek dost û saziyan cihê xwe di meşê de girtin. Meş heta Nettelbeckplatzê dewam kir. li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi girseyî hat şermezarkirin.5 hezar kes tevlî meşa ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve hat organîzekirin. Di meşê de di serî de Kurd, Tirk û Elman ji gelek beşên civakê mirov amade bûn.   Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM, AvEG-Kon, TJK-E, SKB, AABF, ATIK, DIDF, ADHK, ADEF, FKE, FEDA, MDDP, FCIK, YXK, MLPD û Ciwanên Antîfa jî axaftin hatin kirin. 

Bi hezaran kesî li Hambûrgê  bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan, tecrîd û Komkujiya Pirsûsê bi meşa pêk anîn lanet kirin. Girseya li Îstasyona Navendî ya Hamburgê hatin gel hev ber bi Serkonsolosxaneya Tirk ve meşiyan.Di meşa li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk pêk hat, li gel Kurdistaniyan, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Elman jî di meşê  de amade bûn. Parlamenterên Partiya Çep a Hamburg  Cansu Ozdemîr ve Christiane Schneider jî tevlî meşê bûn. Di meşê de bang li hikûmeta Elman hat kirin ku li hember dewleta Tirk helwest bigire. 


Kurdên li Fransayê li ser piyan e

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî û komkujiya Pirsûsê li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin. Di çalakiyê de  gelek rêxistin û saziyên wek ACTÎT, SKB, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, FEDA, Tevgera Jinên Kurd, Ciwanên Sosyalîst, FUAF, Partizan, Odak, Bîr-Kar, NPA, Eniya Çep , komeleyên xwecihî ku amade bûn, saet 14.00’an li Gare de L’Est destpê kir. Girse bi dirûşman hat Qada Republique. Gelek rêxistinên Fransî ku bi flamayên xwe beşdarî meşê bûn, di axaftinên meşê de polîtîkaya şer a AKP’ê û hevkariya AKP’ê ya bi DAIŞ re hat teşhîrkirin.

Li bajarê Rennesê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meşekê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ênl i bajarê Rennesê, saet di 19:30 de li meydana Dalle Du Colombîerê civiyan û bi qasî 3 kîlometreyan ber bi Meydana Şaredariyê ve meşiyan. Çalakiya protestoyî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlayayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lanetkirina êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, meş û mîtîngek lidar xist. Meşê ji meydana La Canebîere destpê kir û Kurdistaniyan bi hêrseke mezin AKP şermezar kirin.


Li balefirgeha Amsterdamê çalakî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdamê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Amsterdamê Schîpol, çalakiya rûniştinê lidar xist. Di çalakiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan de komkujiya li Pirsûsê û êrîşa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. Çalakî bi belavkirina belavokan re bi dawî bû.


Li Goteborg û Malmo protesto

Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê bi xwepêşandanan hat prostestokirin.

Di xwepêşandana li Goteborgê de Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê hatin cem hev. Li Malmo jî kesekî ku tê texmînkirin sempatîzanê DAIŞ’ê ye hewl da çalakiyê sabote bike, lê ji aliyê girseya gel ve bêbandor hat hiştin û radestî polîsan hat kirin.Di xwepêşandanên li her du bajaran de ji ber êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qîrîna dirûşmeyan AKP hat şermezarkirin.


Dirûşma ‘Qatil DAIŞ hevkar AKP’ 

Li Zurih a Swîsreyê bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê derketin qadan Bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê derketin qadan AKP û DAIŞ lanet kirin.

Dirûşma, “Qatil DAIŞ hevkar AKP” ya bi hezaran kesan bi yek dengî qîr kir, li cadeyên bajêr deng veda. Di çalakiyê de êrîşa hewayî ya li hember Herêmên Parastinê yên Medya jî hat şermezarkirin. Di pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre de bi hezaran kesên li bajarê Zurîh derketin qadan meş û mîtîng pêk anîn, Komkujiya Pirsûsê ya AKP’ê bi destê DAIŞ’ê pêk anî lanet kirin û êrîşa hewayî ya li hember Herêmên Parastinê yên Medya jî şermezar kirin. 


 NAVENA NÛÇEYAN




Em rê nadin Lozana duyemîn


Peymana Lozanê di salvegera 92. de, li cihê peyman lê hat morkirin ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi mîtîngekê hat protestokirin. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku bi Şoreşa Rojava re Peymana Lozanê êdî derbasdar nîne û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê ti carî rê nede Lozaneke duyemîn. Mîtîng li meydana Oûchy a li pêşberî cihê peyman lê hat morkirin pêk hat û bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsa „Bi Şoreşa Rojava re Peymana Lozanê hikmê xwe winda kiriye“ hat daliqandin û dirûşmên „Lozan bê hikum e“, „Bijî Rojava“, „Ji afirînerên şoreşê re hezar silav“, „Kujer DAIŞ kujer AKP“, „Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu“ hatin qîrîn. Her wiha kmkujiya li Pirsûsê, êrîşa hewayî ya li hemberî Qendîlê û tecrîda li ser Ocalan hatin şermezarkirin.  


 LOZAN