Navên 143 şîrket û 37 kesên sermiyanên wan hat cemidandin û qedexeya vîzeyê ji wan re hat derxistin, dê roja Îniyê li Rojnameya Fermî ya YE’yê bên belavkirin.
Wezîrê Karên Derve yên YE’yê di civîna li Brûkselê de li ser lêkolînakirina pêkutiyên di warê kertên vejen, darayî û ragihandinê de li hev kirin. Frense û Almanya piştgirî dide pêkutiyên bi vî rengî, lê belê gelek welatên Ewropayê yên girêdayî petrola Îranê di vî warî de dudil in.
YE’yê heta niha bi sedan sermiyanên fîrmayên Îranî rawestand. Ji temûza 2010’an û vir di warê razandinên nû yên kertên petrol û gazê de qedexeyan datîne. Bi giştî, bi hincetkirina bernameya atomî ya Îranê, ji sala 2007’an û vir ve ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve pêkutî li ser Îranê tên cîbicîkirin. Her wiha di vê çarçoveyê de welatên Ewropayê jî serî li bergiriyên tundtir dan.

Pêkutiyên nû piştî rapora Saziya Vejena Gerdîleyî ya Navneteweyî (UAEK) ya di 8’ê Mijdarê de hat weşandin hatin, ku di raporê de tê gotin ku Îran hewla bidestxistina çekên gerdîleyî didomîne; lê belê heta niha rejîma Îranê van îdîayan red dike.

BRÛKSEL