
Mihemed Hemîd Qasim diyar kir ku dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Efrînê hate ragihandin şêwaza desteyê û karê wê li ber çavan hatiye girtdin û wiha got: “Li ser vê bingehê me rêzecivîn bi Mele û oldarên navçeyan re lidar xistin. Me li navçeyan ji bo têkliya bi Mele, oldaran û welatiyan re komîte avakirin. Erka van komîteyan ew e ku bi rola xwe ji bo rûyê îslama rast derbixe holê rabin û tevlihevî û fetweyên çareser bikin û li hemberî hemû şêwazên siyasetkirina ol derbikevin û bi hêz li hemberî îslama desthilatdar derbikevin.”
Hewldan ji bo konferansê
Qasim anîz iman ku yek ji armancên desteyê ew e ku karibin ji bo xizmeta gel di komîteyan de bi rola xwe rabibin û nakokiyên civakî di navbera welatiyan de çareser bikin. Qasim ev tişt anîn ziman: “Li ser vê bingehê û bi riya van komîteyan em hewl didin konferasekê ji oldarên herêmê re li dar bixin da ku qaîdeya Desteyê bêtir berfireh bikin. Em bi hêvî ne di konferansa xwe de bi ser bikevin da ku em karibin komîteyekê ji xwedî zanist û pispor ji bo şopandina fetweyan ava bikin. Ev komîte dê li hemberî fetweyên ku gelê Kurd wekî gawir dibinin û xwîna Kurdan helal dikin, derbikeve. Hemû şaştiyan û gotinên çewt ku li gorî berjewendiyên ajendeyên dewletên herêmî û navnetewî tên kirin û hewl didin rûyê ola pîroz reş bikin, dê sererast bike.”
Grîngiya Peymana Medînê
Serokê Desteya Karûbarên Olî ya Herêma Xweser a Efrînê Mihemed Qasim bibîr xist ku di 10-11’ê gulana 2014’an de li bajarê Amedê kongreya Îslama Demokratîk hatiye lidarxisitin, di vê kongreyê de ji bo pêwîstiya vegera li xalên Peymana Medînê bal hatiye kişandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ango her kesek divê ji berjewendiyên xwe yên tekane û kesayekî derbikeve û rihê komî li şûna wê bête avakirin wekî ku di navbera Penaber û Ensaran de pêk hatiye de dema ku Ensaran Penaber hembêz kirin û li ser gotina Xweda ‘Înema el-muimînûne îxwe’ li bajarê Medînê bi cihê kirin. Her wiha xurtkirina têkliyan di navbera welatiyên îslam û yên ne îslam de yên wekî Cihû, El-Nesara û Gawiran. Di vir de girîngiya Peymana Medînê diyar dibe û şêwaza têliyan di navbera welatiyên îslamî bi xwe de û têkliyên wan bi welatiyên ne îslam de li ser bingehên mirovahî ku têde mirov xwedî rûmet be. Di vê destûrê de berî her tiştî mirov bê cudahî tê parastin. Li ser vê bingehê bajarê Medînê bû navenda belavbûna îslamê li seranserî cîhanê.”
Xweserî li gor Peymana Medînê ye
Qasim destnîşan kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Rojava hatiye ragihandin li gorî Peymana Medînê ye û wiha pêde çû: “Gelê Kurd karibû ku xeta sêyemîn hilbijêre û ji destpêka şoreşê ve xeta xwe ya aştiyane bidomîne û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê nimûne pêşkêş kir û li herêmên Rojava pêk anîn. Ev nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mafê hemû pêkhate û baweriyên Sûriyê diparêze. Her wiha jiyaneke hevbeş di navbera mozayîka Sûriyê de peyda dike.”
Derbarê rola jinan di îslamê de Qasim di axaftina xwe de wiha got: “Tu kes nikare mafê jinan înkar bike û ne ji mafê tu kesî ye jinan ji mafê wan bêpar bike. Di hemû aliyên jiyanê de jin wekî zilaman e û ola Îslamê jî cudahî nexist navbera jin û zilaman an jî ji nirxa jinan kêm kir. Qurana Pîrozû Sunetê cihekî bilind daye jinan ku li gorî rola wê di civakê de be. Ola Îslamê li ser bingeha erkan jin û zilam wekî hev kirin.”
Rêjeya jinan
Qasim tekez kir ku binpêkirina mafê jinan li dijî ola Îslamê ye û wiha destnîşan kir: “Tiştê niha pêk tê ew e ku mafê jinan hatiye binpêkirin. Jin ji rola wê ya rasteqîn a siyasî û civakî hate bi dûrxistin û rola wê di civakê de hate pûçkirin. Mafê wê di gelek aliyên jiyanê de hate binpêkirin. Sedema vê yekê jî ew e ku zihniyeta sîstema baviksalariyê di civaka me de ye. em bi hemû hêza xwe hewl didin ku rêjiya jinan di desteyê de zêde bikin da ku bigihêje ji sedî 50.”
Ji bo Êzdayetiyê xabat
Derbarê perwerdeya olî de Qasim destnîşan kir ku ew li herêma Efrînê ji bo metodekî ji ola Êzdiyan re amade bikin bi Desteya Zaniyariyan re di nava hevkariyê de ne û ev agahî da: “Herêma Efrînê mînaka jiyana hevbeş di navbera hemû ol û baweriyan de ye. welatiyên Êzdî rê û resmên ola xwe bi awayekî azad birêve dibin. Komeleyên wan ên taybet hene. Her wiha cejnên wan jî wekî betlaneya fermî hatin erêkirin. Niha ji bo ola wan bête perwerdekirin em li gel desteya Zaniyariyan di nava xebatan de ne û dê di sala bê de di dibistanan de bête perwerdekirin.”
Li dij qirkirinê berxwedana pîroz
Derbarê êrîşê hovane ku bi ser gelê Kurd de tên û ji aliyê hêzên tarî ve tên meşandin, Qasim wiha da xuyakirin: “Li hemberî hewldanên tunekirin û qirkirinê xweparastin erkeke olî pîroz e û li ser her welatiyekî îslam hatiye ferzkirin. Tiştê niha li herêmên Kurdan di bin navê îslamê de tên meşandin, berûvajî cewherê îslamê ye. Şerê namûs û rûmetê ku gelê Kurd li hemberî êrîşên qirkirinê dide meşandin, şerekî pîroz e. ji ber vê yekê ji erka me hemiyan e, em rastiya îslamê derbixin holê, cudahî ayeteke ji ayetên Xweda ye, kesê înkar bike ayetên Xweda înkar dike.”
Qasim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê silav dikin û piştgiriya xwe bi wan re dubare dikin. Em hêzên Asayîşê jî ji ber keda wan di parastina ewlekariyê û aramiyê silav dikin. Em bang li Xweda dikin ku me ji vê aloziyê derbixe û aştî, hezkirin û biratiyê di nava civakê de belav bike.”
DILSOZ BEKİR/DÎHA/EFRÎN