Serkariya dagirker AKPê ji bo ku bikane pêşî li rexneyan, li rastiyan, li danezanînan, li têkçûna xwe û li pêşveçûnên civakî yên berbi demokrasiyê ve diçe bigire, ji xwe re, yên li hemberê xwe reşkirin, êrişkirin û tewanbarkirin wek stratejî hilbijartiye. Ev gihandiye pîleyeke wisa, ku hemû dijberên xwe di nava çeperên xweparastinê de fedisandiye. Dema mirov li qada pratîkê dinêre, dîmen wiha ye:
Li serê çiyan, gelî û zozanan di cihê zindiyan de dar û ber jî bilive, hima bi balafir, helîkopter û obûsan êrîş dike, hem gaza jehrîn direşîne, hem jî agir berdide daristanan. Ji ber ku wê pêvajoyeke mij û morana qêyrana aborî bi destxistiye; li gel wê şeref û dîn, namûs û sinc, bi gotineke kurt hertîştê heyî wek xûgî pêşkêşê rojava dike, li cihanê tu rexne û gazinc di ser wan de nayê.
Li nava bajaran her roj di ser komalgeh, saziyên partiyan, çapemenî û malan de digire û bê navber bêku li tewanekî bigere, mirovên dikarin bifikirin, rindiyan biafirînin dest kelepçe dikin û davêje zîndanan. Dadgehên wan jî êdî ji xeta dadê derketiye, wekî qadiyên osmanî ne, ji vê bêdadiyê re qalikên yasayên daristanan diafirînin.
Zimanê Serokwezîrê wan zimaneke êrîşkar, tewanbar bê edep û sinc e. Dema diçe şahiyekê û şînekê jî, heta çawa devê wî vedibe, bê navber êriş dike, bi bovlatan dijberên xwe tewanbar dike. Gotinên wek: „Ew kî ne?  Ew çi ne? Ew çi dikin? Ya hûnê vê bikin yan jî …? Ew çi dikin? Hetanê li pêş polês û eskerên me dibin mertalê zindî nizanim….! Li welatê me xweserî nabe? Ew xewn dibînin? Tek, tek, tek û tek (Ev gotina tek peyveke Kurdî-îranî ye û rasterast ji kurtbûna peyvên tê.) û bi tekê difetise.“
Rayedarên dagirker yên li hereman in, wek walî û nizanim çi, wezîrên wan jî çawa ku pişk ji poz û nava lêvên serokwezîr wek şaşiyek şeqitîbîn, heman zimanî bikartînin. Hemû rêyên bêhna mirovbûnê jê tê dixitimînin. Heta hin polêsên wan xwe wek dewletî alî nîşan didin. Axaftinê wan kabrayan jî li ser bingehê stratejiya êrişkirin û tewanbarkirinê hatiye rûniştin. Tenê farman didin. Wekî robotên programkirî ne.
Di warê çapemeniyê de jî li gel nûçeyên aspargas û gotarên êrişkirinên bê bingeh diweşînin û hemû rastiyan belovajî nîşandidin. Her roj aliyekê rastiyê digirin, bi vir û nivîsên şapînoz, bi seneryoyên bêbingeh, bi destê caşên ji xwe û temenên xwe şermnakin die nava heriyê de dilewitînin.
Erka dîn jî xistine bin xizmeta vê stratejiya êrişkirin û reşkirinê. Êdî ola îslamî jî xistine awayekî rengê wê nayê naskirinê.
Li gor wan ew bi vê stratejiya êrişê, muhalîfên xwe bê henase dihêlin, tenê di pozisyone xweparastin, yan jî gazincê de dixeriqînin, dê bikanin bi vê Tevgera Azadî têkbibin. Tu carê firsend nadin ku mixalîf xwe, rastiye heyî, tewana mirovahiya ku li Kurdistan û Tirkiyê bi destê AKP-Fethulahiyan tê pêktînin, ragihîne bala gel û cihanê.

Mihalîf li hember vê stratejiya êriş û tewanbarkirinê çi dikin?
Tenê daxuyaniyên olana wê li cihê daxuyanî hatî dayîn têkdiçe. Gazinc û qêrîna ku tu evdekî cihanê nabihîse, çend protestoyên bê bandor ên ku di bin gaza zebaniyên fetullahiyên bi navê polîsan xistine kuçeyên bajaran de difetise, li dij derdikevin. Ma mirov dikane tenê bi wê stratejiya xweparastinê, yan jî gazinc û hewarê pêşî li vê stratejiya êrişkirin, tewanbarkirin û reşkirinê bigire?
Na! Na û na! Divê mirov stratejiyeke ku bikane vê stratejiya êrişkirin û tewanbarkirinê têkbibe pêkbîne. Ev jî stratejiya dijêrişkirineke tund ya ku bikane vê stratejiya wan têk bibe, ye. Divê em hê ji wan bi hêztir êrişê wan bikin.
Li welatê me kalekî hebû, tim digot: Lawo gava yekî kera we dizî, hûn jî ga û gamêşên wan bidizin! Ku yekî serê we şikand, hûn jî çavên wan derînin! Wer nebe derfetên we û li vir jiyanê namîne.“ Divê dema deh ji me hatin girtin, em jî deh ji wan bigirin û li deverekî têkin zîndana bin erdê. Dema canekî ji me sitandin, em jî çend canan ji xwediyê stratejiyê bistinin. Divê xwediyê stratejiyê bi şev jî newêribe di mala xwe de razê. Wekî din bi halan û gazincê pêşî li wan nayê girtin. Lewre di her warî de derfetên wan ji derfetên me zêdetir in. Divê Kurd jî êdî dev ji mirovbûn bi gotina ewropiyan humanîzmê berdin, vê mirovbûnê mala me şewitandiye. Divê em bibêjin; „hetanê diya me digîrî, bila diya wan bigîrî!“ Bê dij êrişê û tewanbarkirinê tu çareserî û panzehîreke din tune.
Rast e, aşitî û bi awayekî mirovane li hev kirin, zimanê diyalogê bikaranîn, rêya heri baş e. Lê wekî mijara „gur, ker , Hz Musa û Xwedê“ ev êrişkarên AKP’eyê jî ji neslê gur in, vê tênagihîjin. Aşitiya bi wan re tenê dikane li ser têkçûna wan pêk were. Bê vê tu rêyekê din tune. Êdî bes e, bila AKPeyî û fetullahî jî êşê di kezeba xwe de hîs bikin.