Girtiyên jin ên PAJK'î yên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê dest bi gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. 9 jinên PAJK'î, bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku bi minasebeta salvegera 30'emîn 12'ê Îlonê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin û wiha gotin: "Em Kurd ku li Mezopotamyayê neteweyekî qedîm, xwedî kok û dîrok in, ji ber polîtikyên înkar û îmhayê me gelek bedelên giran dan û hebûna xwe parast."
Di berdewama daxuyaniye de jinan bi van gotinan bal kişand ser rol û erka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: "Li dijî Kurdan polîtîkayên înkar û îmhaya fîzîkî û spî tê meşandin. Gelê Kurd ji bo mafê xwe û nirxên xwe biparêze ketiye nava hewldanan. Di tekoşîna gelê Kurd a ji bo parastina nirxên xwe herî zêde Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan mîsyonek mezin daye ser milê xwe. Ew mîmarê rêya ku diçe jiyana bi rûmet e.  Hemû kesên alîgirê çareseriyê divê piştgiriyê bidin vê çalakiya me ya gireva birçîbûnê."

Roboskî starta komkujiya fîzîkî ye

Jinan di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku gelê Kurd li Tirkiyeyê 30 salin tekoşîna azadiyê dide û pirsgirêka Kurdan zêdeyî 30 salan e li Tirkiyeyê heye. Jinan, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê herî zêde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket nava hewldanan û wiha got: "Tu mirov nikare 24 saetan li şûna birêz Ocalan li Îmraliyê  raweste. Ji bo vê yekê sebir û aramiyek gelek mezin lazim e. Li gel van şert û mercên giran dîsa 13 salin di bin tecrida giran de ji bo çareseriyê ket nava hewldanan. Nexşerêya çareseriyê amade kir. Lê hikûmeta AKP'ê bi firaseta netew-dewletbûnê her tim rê li pêşiya çareseriyê girt. Her tim daxwazên çareseriyê û demokratîkbûnê red kirin. Li dijî Ocalan ji 27'ê Tîrmehê heta niha tecrîda herî giran tê meşandin. Li dijî gerîla û zarokan polîtîkaşên komkujiyê tê meşandin. Li dijî Kurdan bi komkujiya Roboskiyê starta komkujiya fîzîkî ya Kurdan hatiye destpêkirin. Operasyonên KCK'ê hatin meşandin. Komkujiya Roboskiyê bi zanebûn û plankirî ye."
 Jinên ku di 12'ê Îlonê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger bikin evin: "Sara Aktaş, Mizgîn Ari, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan "  Li ser navê hemû girtiyan jî Deniz Kaya dê 10 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê li hemû girtîgehan dest bigirevên birçîbûnê yê bêdem û dorvegere bikin. 

DÎHA/AMED