
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku zêdeyî 7 meh in bi awayekî şidandî û girankirî tê meşandin û got, „Girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya Rêber Apo li ber xwe bide. Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Zilm û zordariya îro li gelê me û Rêberê me tên kirin, paralelî hev tên meşandin. Divê ti kes, polîtîkayên li hemberî gelê me û Rêberê me tên meşandin, ji hev cuda nebînin... Ji ber vê yekê divê gelê me li dijî vê polîtîkaya li hemberî Rêber Apo tê birêvebirin tavilê rabe ser piyan û nîşanî tevahiya cîhanê bide ku ev polîtîkaya li dijî Rêber Apo nayê qebûlkirin.“
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP zêdeyî 7 meh in tecrîdeke şidandî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle malbat û parêzerên xwe bibîne û got, „Tevî ku ev tecrîd weke polîtîkayekê tê birêvebirin, medya alîgirê AKP’ê, li ser navê Rêber Apo nûçeyên bi armanca şerê psîkolojîk amade dike û diweşîne. Rêber Apo di nava zexteke psîkolojîk û tecrîdeke giran tê ragirtin. Di vê rewşê de çêkirina nûçeyên bi vî rengî, bê exlaqî ye. Li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gel, bi her awayî zext û şerekî bi polîtîkayên qirêj tê birêvebirin. Di heman demê de li dijî Rêber Apo jî şerek tê meşandin. Rêber Apo, ji ber ku li hemberî polîtîkayên AKP’ê helwest nîşan daye, zêdeyî 7 meh in di nava tecrîdê de tê ragirtin.“
KCK’ê diyar kir, ku tevî vê rastiyê jî, bi awayekî bêşerm û fedî derewa ‘HDP yan jî PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Îmraliyê xistine nava tecrîdê’ tê kirin û destnîşan kir, ku ev derew ji bilî bêşermiyê nayê wateya ti tiştî.
Ji bor rakirina tecrîdê çalakî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li hember van polîtîkayên AKP’’ê hemû gelên Tirkiye û raya giştî divê helwest bigirin û got. “Gelê me û hêzên demokrasiyê li hember vê polîtîkayê pêwîst e rabin ser piyan, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û ji bo azadiya Rêber Apo pêwîst e dest bi berxwedanê bê kirin. Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Zilm û zordariya îro li gelê me û Rêberê me tên kirin, paralelî hev tên meşandin. Divê gelê me li dijî vê polîtîkaya li hemberî Rêber Apo tê birêvebirin tavilê rabe ser piyan û nîşanî tevahiya cîhanê bide ku ev polîtîkaya li dijî Rêber Apo nayê qebûlkirin.“
‘AKP şer zêdetir kiriye’
KCK’ê got: “Hikûmeta AKP’ê wek me berê jî anîbû ziman, şîdeta şer hê zêdetir kiriye. Ahmet Davûtoglû bi xwe îlan kir ku wê zivistanê jî şer bidome. Lewma niha hem li hember gel hem jî gerîla li her derê şer dimeşîne. Her roj li çend bajar û navçeyan, ciwan, zarok û jinên Kurd tên qetilkirin. Li Tirkiyeyê qetilkirina Kurdan kirine rewşeke asayî. Jixwe beraeta kesên kujer jî bûye talîmata qetilkirina Kurdan.
Pêkanînên AKP’ê yên faşîst, êrîş û komkujiyên salên 1990’î jî, 12’ê Îlonê jî derbas kiriye.”
‘Ji qetilkirinê re bêjîn êdî bes e’
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku Tirkiye polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê pêk tîne dimeşîne. KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev gotin: “Li hember van êrîşên li her derê li ser gelê me, pêwîst e li her gundê Kurdistanê, taxên wê, navçe û bajaran, gelê me rabe ser piyan û ji kuştinên her roj ên bê ku bêjin ciwan, zarok, jin, pîr- ciwan guhdar dikin pêk tînin re bibêjin bes e.
Ji bo çi ciwan tên kuştin? Ji bo sivîl tên kuştin? Ev kuştina tevahî Kurdan, tevahî hêzên demokrasiyê ye. Bila gelê Kurd û hêzên demokrasiyê baş bibînin, êrîşên li hember Farqînê û cihên din êrîşên li hember wan bi xwe ye. Li hember van êrîşan bêdengî, li hember pelçiqandin û kuştina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bêdengmayîn e.”
Berxwedana rûhê 14’ê Tîrmehê pêwist e
KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîd û zextên giran de dihêle, bajarên Kurdan dorpêç dike, zilmek mezin li gel dike û wiha berdewam kir: “Êdî êrîşên li hember Rêber Apo, li hember Tevgera me hatiye astek ku tehemûlan derbas dike. Ev êrîş li hember jiyana demokratîk û azad a gelê me pêk tên. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe û tevahî hêzên demokratîk dikin ku li hember van êrîşên li ser gelê me û Rêber Apo li her derê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Şert çi dibin bila bibin, roj wek berxwedana zîndana Amedê bi ruhê 14’ê Tirmehê ve roja berxwedanê ye.”
ANF/BEHDÎNAN
Doza Ocalan dest pê dike
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî teşhîr bikin di 3’ê kanuna 2008’an derbarê Yunanîstanê de doz vekirin û rûniştina ya yekemîn dê îro bê dîtin. Biraziya Ocalan û Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerê Ocalan ê Yunanî Yîannîs Rachiotîs dê tevlî rûniştinê bibin. Rûniştin dê seat di 10.00’an de dest pê bike. Biryara ji dozê derbikeve ji bo teşhîrkirina komkujiya navneteweyî ya li hemberî Ocalan pêk hatî girîng e.
Serî li nêrînên Ocalan nedan
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay diyar kir ku Ocalan dema di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Suriyeyê derket hat Yunanîstanê û serlêdana îltîcayê kir lê ligel vê yekê dewleta Yunanîstanê ev yek qebûl nekir. Gunay anî ziman ku Yunanîstanê peymanên navneteweyî binpêkirin. Gunay da zanîn ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya niha bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê nikarin bikin û dema diçin dozê ji ber şertên tecrîdê têkildarî dozê de bi Ocalan re hevdîtin nekirin û nêrînên wî negirtin. Gunay bilêv kir ev yek jî binpêkirina mafê parastinê ye. Gunay da zanîn ku parêzerê Ocalan ê Yunanî Rachîotîs ji bo bi muwekîlê xwe re hevdînê bike serlêdan kir lê heya niha nehatiye qebûlkirin û li hemberî muwekîlê wan binpêkirina mafê parastinê heye.
Gunay bilêv kir ku Yunanîstanê bêhiqûqiyekî mezin pêk anî û wiha axivî: „Li gorî peymanên NY canê muwekîlê me di talukeyê de bû. Di wê demê de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hebû. Bi komployekî di nav de Yunanîstan jî heye Birêz Ocalan teslîmî welatê lê cezayê darvekirinê lê heye kirin. Di wê demê rayedarên Yunanîstanê ji bo berjewendiyên xwe di nava komployê de cih girtin. Gotina ‘ Yunanîstan bi tena serê xwe berpirsiyar e’ rast nîn e. Di wê demê de welatiyên Ewropayê muwekîlmê weke ‘mirovê nayê xwestin’ îlan kir. Di vê pêvajoyê de hiqûq Ewropayê bi tevahî hat binpêkirin.“ Gunay derbirî kir ku ew ji dozê re weke pêvajoya lêgerîna maf û edelatê dibînin û ji doza tazmînatê wêdetir wateyê dibîne. Heke di rûniştinê de dadgeh bêhiqûqiyê tesbît bike û Yunanîstanê mehkumî tazmînatê bike, tazmînata tê girtinê dê ji Komeleya Zarokên Dikenin ên Yunanîstanê (to xamogelo toy paıdıou - The Smile of The Child) re bê baxişkirin.
STENBOL