Li gelek navendên Almanyayê Kurdistaniyên ku li dij tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di nava hewldanan de ne çalakiyên xwe berfirehtir dikin. Di çalakiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd hate xwestin û tevkujiya DAIŞê ya li Pirsûsê hate şermezar kirin. 

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê jî di çarçoveya kampanyaya ji aliyê TJKE’ê ve tê meşandin de, mîtîngek pêk hat. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn li Monckebergstrasse pêk hat. Di çalakiyê de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û  girtina siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk jî protesto kirin. Hat xwestin ku qedexeya PKK’ê bê rakirin û li dijî Erdoganê ku destekê dide DAIŞ’ê helwest bê girtin.

Bi heman mabestê li Freîbûrgê çalakî pêk hat. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Freîburg ve hat organîzekirin. Nêzî 600 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya li  Kartoffelplatz civiyan di destê wan de posterên Ocalan heta navenda bajar meşiyan.  

Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Pirsûsê bi beşdarbûna hezaran hat protestokirin.  Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Mannheîm û Yekîtiya Hêza Demokratîk li Wasserturm Platz dest pê kir.  Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Dirûşme hatin berzkirin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Ji bo kesên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolnê konê serxweşiyê hat vedan.  Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle ku ji ev du roj in li bajarê Koln ê Elmanyayê kon vedan, serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Hat diyar kirin ku wê kon heta roja Înê vekirî bimîne. Roja Înê danê êvarê wê bi mîtîngeke girseyî kon bê rakirin.

Li bajarê Leîpzîgê ji bo şermezarkirna tevkujiya li Pirsûsê çalakiyek bi rêzgirtinê destpê kir. Berdevkê Komuna Kurd a Leîpzîg, Egît Toy û Cumalî Şaylemez axaftin kirin û diyar kirin ku êrîş ji dewleta Tirk ne serbixwetirin û got divê Yekîtiya Ewropayê vê helwesta Tirkiyeyê qebûl neke.

Li bajarê Salzgitter-Lebenstedt ê Elmanyayê çalakiya protestoyî pêk hat û nêzî 1000 kesî beşdar bûn. Girseyali Am Mounumentplatz civiya meş û mitîngek pêk anî. 

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê komkujiya Pirsûsê bi çalakiyeke runiştinê hat protestokirin. Bi banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Elewî ya Yekbûyî (BDAS), saziyên civaka sivîl jî beşdar bûn.

Di meşê de deqeyek çalakiya runiştinê pêk hat. Parlamenterê Dîe Lînge, Jan van Aken axivî û berteka xwe ya li dijî komkujiyê anî ziman. 


Li Dusseldorfê çalakiya edaletê

Ji bo yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.


Li Fransayê çalakî didomin

Li parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pisrûsê, hat protestokirin. Çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê pêk hat, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê destpê kir. Yekîtiya Jinên Sosyalîst, AÇTÎT û endamên FEDA’yê beşdarî çalakiyê bûn û deqeyek rêz hat giritn. Li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê Zozan Serhat û li ser navê SKB’ê Esra Demîr axaftin kirin.

Li bajarê Lyon ê Fransayê kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.  Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên ku hatin kirin de komkujî hat lanetkirin.

Li bajarê Lorîent ê Fransayê qetilkirina ciwanên sosyalîst hat protestokirin.  Li navenda bajar a Lorîent Kurd û dostên Kurdan hatin cem hev û ji bo şehîdên Pirsûsê deqeyek rêz girtin. 


Li Îtalyayê  seferberî

Komkujiya li Pirsûsê, li 15 bajarên Îtalyayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, çalakî ji aliyê Îtaliyan ve hat destpêkirin û wê heta roja Yekşemê dewam bikin. Li hin cihan bi Kurdan re, li hin deveran jî weke dostên Kurd çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên roja Sêşemê destpê kirin û wê bi giştî bigihêje 15 bajaran, heta roja Yekşemê dewam dike.

Di çalakiya li Meydana Rebûplîca ya paytext Romayê de, ku ji Konfederasyona COBAS’ê, Partiya Komunîst a ji nû ve avakirinê, SEL û komên anarşîst ve destek dît, hat destnîşankirin ku dîwarê tirsê yê tê xwestin bê lêkirin, wê bi piştevaniya navneteweyî re bê hilweşandin. Heman rojê li Modena, Torîno, Parma, Lîvorno û Palermo, Kurd û dostên wan danê êvarê daketin kolanan.  Komkujiya li Pirsûsê pêr jî li Bologna, Mîlano, Caglîarî, Rîmînî, Genova û Pordennone hatibû şermezarkirin.


Li Sydneyê hat protestokirin

Li bajarê Awûstralya Sydneyê, ji ber komkujiya li Pirsûsê dijminê mirovahiyê DAIŞ, hikûmeta AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatin protestokirin. Kurdistanî, Tirkiyeyî û rêxistinên sosyalîst ên Awûstralyayî li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Sydneyê civiyan û ciwanên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di çalakiyê de ji pêşhatên civaka Aborjîna  Awûstralyayê û lîderên rêxistina sosyalîst a Awûstralyayê daxuyanî dan.


Li Awûstûryayê xwepêşandan

Li paytexta Viyana yê Awûstûryayê jî komkujî bi girseyî hat protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku bersiva herî mezin rêxistinbûne. 

Li Vorarlberg ê Awûstûryayê jî duh êvarê bi sedan kes hatin cem hev û terora DAIŞ’ê hat lanetkirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Vorarlberg destek dan meşê.  Kurdên li bajarê Salzburg ê Awûstûryayê hatin cem hev komkujiya Pirsûsê protesto kirin.


Li Holanda sê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarê Hollanda Den Haagê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qetilkirina 3 jinê şoreşger li Parîsê û komkujiya li Pirsûsê hatin şermezarkirin.

Çalakiyên saet di 13:00 de destpê kirin, heta saet 17:00 dewam kirin. Xwendekarên zanîngehê û însiyatîfên sivîl ên Hollandayî, eleqe nîşanî çalakiyan dan.


DAIŞ li Polonyayê hat lanetkirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên DAIŞ‘ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gelek Tirkiyeyî li ber Zanîngeha Varşovayê civiyan. Di protestoya danê êvarê de anarşîst û femînîstên Polonyayî jî bi pankartên xwe amade bûn. Komê bi pankarta bi nivîsa „Kujer DAIŞ, hevkar Erdogan“, bi zimanên Kurdî, Tirkî, Lehî û Îngilîzî dirûşmên „Şehîd Namirin“, „Ji Kurdistanê re azadî“, „Bijî YPG“, „Bijî berxwedana MLKP“, „Bijî Rojava“ qîriya û ber bi Plac Zamkowy meşiya.


Li Swêdê meşa dirêj

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkhatina azadiya Ocalan, ber bi paytext Stockholmê ve dimeşin. Kurdistanî û dostên wan wê îro  saet di 08:00 de li ber Komeleya Çanda Kurd a Ûppsalayê bicivin û dest bi meşê bikin. 


Li Qibrisê daxwaza hesabpirsînê

Li Lîmasol a Qibrisê jî komkujî hat protestokirin. Hevserokên Meclîsa Gel axivîn û got hesabê pirsîna komkujiyê deyên wane û got ev komkujî li dijî serkeftinên gelê Kurd pêk hatine. 


 NAVENA NÛÇEYAN