STOCKHOLM: Bi pêşengiya Rêxistina PYD’ê ya Siwêdê meşek hate lidarxistin. Meş bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyên bajar û hin perlemanter jî di nava de gelek welatiyên Siwêdê bi rêzgirtinê dest pê kir. Meşvanan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Kobanê û Rojava er berz dikin û di dawiya meşê de jî li ser navê Partiya Sosyal a Siwêdê, Partiya Keskan a Siwêdî, Partiya Çep a Siwêdê û nûnerên pariyên Kurdî axivîn. Di axaftinan de komkujî hate neletkirin û ji raya giştî ya cîhanê hate xwestin ku hesab ji hêzên pişgtgiriya çeteyan dikin bipirsin.
GOTEBORG: Meş bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên partiya Çep a Siwêdî dest pê kir. Şervanê YPG’ê yê Emerîkî Gordon Maxon (Serdar Amed) tevlî meşê bû. Di dawiya meşê de Gordon Maxon axivî û got: "Girînge her kes şerê DAIŞ’ê,Erdoganê faştist û Dewletê Tirkiyê bike.ˮ
HALMTSAD: Li bajarê Halmtsad ê Siwêdê jî Kurdistaniyan çalakiyek lidar xist û êrîşên li dijî sivîlan şermezar kirin û komkujiya Kobanê nelet kirin.
MARSÎLYA: Bi sedan kesên li hev kom bûn ji Meydana Gambettayê dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên heman rojê li Tûnis, Qûweyt û Fransayê hatin protestokirin û dirûşmên "Kobanê ne bi tenê ye", "Terorîst DAIŞ, hevkar Tirkiye" hatin qîrîn.
MÎLANO: Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Kurdistaniyên li Pîazza Dûomo hatin cem hev, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê protesto kirin. Di çalakiya ku dostên Kurdan ên Îtalî jî amade bûn de, tevî alên YPG û PKK'ê, pankartên balê dikişînin ser komkujiyê hatin vekirin û hat ragihandin ku dewleta Tirk bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê re hevkarê komkujiyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN