Her wiha li gundê Huriyê yê rojhilatê herêmê şervanan hewldaneke êrîşa çeteyan bê bandor kirin û li vir jî gelek çete hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê ku di gundên “Fiyonte, Ehmediyê, Bîr Kino û Celebê” de bi cih bûne, ev demeke gundên kurdan ên rojhilatê herêma Kobanê topbaran dikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiva topbaranê dan û li dijî baregehên çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha tirimpêleke çeteyan jî hate bêbandorkirin. Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê hewldan ji gundê Ehmediyê êrîşî gundê Huriyê bikin, rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin û pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan. Di bersivdayîna şervanan de pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan. De encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Li gundê rojavayê herêmê jî şervanên YPG’ê li dijî baregeheke çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li gundê El-Beyadiyê pêk anîn. Derbarê vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Her wiha şervanan 2 tirimpêlên çeteyan hedef girtin herdu tirimpêl hatin rûxandin û herî kêm 4 çete hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê ku nikarin êdî êriş bikin gundên rojhilatê herêmê bi topên hawanê topbaran dikin.

 ANHA/KOBANÊ