Endama Desteya Rêveberiya Şaxa ÇHD’yê ya Îzmîrê Nêrgiz Tûba Aslan daxuyanî xwend û bal kişand ku “terora darizandina taybet” her ku diçe zêdetir dibe û got; “Belê, em ji bo bêjin êdî bes e û vê yekê rawestîne, em dest pê dikin. We xwendekarên me yên ku daxwaza perwerdehiya wekhev, bê pere û bi zimanê zikmakî kirin, girtin. We yên ku HES’ê protesto kirin, girt. Ev jî ne bes bû we parêzerên ku parastina Kurdan, bindestan û muxalîfan dikin, girtin.”Aslan ragihand ku ji bo ji van hemû bêhiqûqiyan re bêjin “raweste”, dest bi vê helmetê kirine
ANF/ÎZMÎR