Bi vê armancê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kon veda. Di roja destpêkê de li pêşiya televîzyona Eyaleta Bayernê û saziya ARD’ê çalakî hat lidarxistin û belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser mijarê hatin belavkirin. Çalakî wê ji aliyê Heyva Sor a KUrdistanê ve bê dewamkirin. Heman rojê wê dosyayên ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatine amadekirin radestî sendîka, rêxistin û saziyan werin kirin.

Çalakî wê heta 21’ê Cotmehê roja Înê, her roj saet di navbera 11:00-16:00 de pêk were. Komîteya Amadekar bang li Kurdistaniya kir ku li dijî hevkariya Eutelsat-AKP’ê tevlî çalakiyê bibin. 


MUNCHEN