Yeter Alan ya li dijî asîmîlasyon û tinekirina dewletê ji bo zarokên wê zimanê dayika xwe ji bîr nekin hewl dide û got: “Ez Kurd im, zaza me. Kes nikare vê biguhere. Ew min nebînin jî ez heme û ez ê hebûna xwe bidomînim.”

Yeter Alan ya li gundê Tîaxsî ya Pasûr a Amedê dijî ji bo zarokên wê zimanê dayika xwe jibîr nekin li her derê Kirmanckî diaxive. Yeterê (31) diyar kir ku perwerdehiya li dibistanan tê dayîn jî parçeyeke asîmîlasyonê ye û wiha berdewa kir: “Ji bo nifşê nû Kirmanckî biaxivin divê xebatên li ser zimanê dayikê zêde bibin.”


Divê zarok bi Kurdî biaxivin

Yeterê fikara xwe ya der barê neaxiftina zimanê dayikê de anî ziman û got: “Ji bo zimanek neyê jibîrkirin divê ji jiyana rojane bigire heta faliyetên çand û hunerê di her qadê de bêbikaranîn. Hejmara kovarên zimanê me kêmin. Lêkolînên li ser Kirmanckî kêmin. Pêşiya lêkolînên tên kirin tê girtin. Perwerda li dibistanê li ser çanda Tirk hatiye avakirin.”

Yeterê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê li dijî asîmîlasyonê zêdetir ziman bê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em der barê zimanê xwe de her tiştî dixwazin. Ev hinek jî di destê me de ye. Dikare kovar, rojname bên zêdekirin. Kovar û rojname nagihêjin gundan. Jiyan Tv hebû ew jî hat girtin. Lê dewlet heta dikare bila înkar bike. Ez Kurdim. Kes nekare vê biguhere.” 


 ŞÛJIN/AMED