Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê der barê protokola biratiyê ya di navbera Şaredariya Sûra Amedê û Şaredariya Ramallah a Filîstinê de hatibû îmzekirin ji ber di peymane de li şûna Tirk, Tirkiye û Komara Tirkiye peyve Kurd derbas dibe lêpirsîn da destpêkirin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, anî ziman ku bi vê lêpirsînê Şaredariya Ramallahê hatiye mexdûrkirin. Demîrbaş, da zanîn ku di pêşerojê de armanc dikin heman protokolê di navbera Şaredariya Gumru ya Ermenistanê de jî îmze bikin.
Şaredariya Sûrê û Şaredariya Ramallahê ya Filîstinê di 6'ê Adara 2012'an de protokola birati û dostaniyê imze kiribû. Wezareta Karên Hundir bi hinceta destûr ji wezaretê nexwestine ev yek li dijî xala 74'an a zagona 5393'an de, destûr da ku dozger lêpirsînê vekin. Dozgeriyê li ser vê yekê beriya 16'ê tebaxê der barê protokola "1'emîn protokola Şaredariya Biratî, Dostanî Hevkarîyê" de lêpirsîn da destpêkirin.

Heta niha 76 lêpirsîn

Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, bertek nîşanî lêpirsînê da û anî ziman ku ji roja ew hatine ser kar heta niha Wezîreta Karê Hundir her tim astengî ji kar û barê wan re derxistiye û heta niha 76 lêpirsîn der barê wan de vekiriye. Demîrbaş, anî ziman ku ji ber xizmeta pir zimanî, pir çandî û pir bawerî her tim rastî astengiyên hikûmeta AKP'ê tên. Demîrbaş, da zanîn ku heta niha ji ber dozen lmi wan hatine vekirin bi tevahîe 486 sal ceza ji wan tê xwestin û wiha got: "Her ku diçe lêpirsînên der barê me de zêde dibin. Em êdî nikarin hêjmara lêpirsinan bişopinin. "

Gelê Fîlîstinê mexdûr kirin
Demîrbaş, anî ziman ku êdi biratiya Kurd û Ereban jî naxwazin û ji ber biratya şaredariya Sûrê û Ramallahê der barê wan de lêpirsîn dan destpêkirin. Demîrbaş, da zanîn ku tenê der barê wî de destûra lêpirsînê hatiye dayîn û wiha got: "Ev protokol û pêkanîna me ne li dijî polîtikayên Tirkiye yên derve ne. Li aliyê din mazlûmiyeta gelê Filistinê li holê ye. Bi vê lêpirsînê careke din gelê Fîlîstinê mexdûr kirine.

Di dorê de Şaredariya Gumru heye
Demîrbaş, da zanîn ku ew di pêşerojê de difikirin ku bi Şaredariya Gumru ya Ermenîstanê re jî heman protokolê îmze bikin û wiha berdewm kir: "Bi vê lêpirîsên gelê Kurd disa hatiye înkarkirin. Berê jî protokola biratiye di navbera Çanakkale û Duhokê de hatibû îmzekirin." 

DÎHA/AMED