FAHRETTÎN KILIÇ/AYŞE SURME / MA/AMED

Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar dikin ku li dijî bişaftina ziman û çanda Kurdî lazim e, ew nesekinin û Kurdan bigihînin hev. Beşdaran got, heke zimanê civakekê veneguhêze zarokan, wê demê ew ziman wê bimire.

Zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku çand û zimanekî wan yê qedîm heye: “Mixabin bişaftineke li dijî vê çandê û vî zimanî heye. Lazim e ku em dest vala nesekinin û em Kurdan bigihînin hev. Li vir xisûsa ku Kurdan bigihîne hev ziman e. Kîjan hêl dibe kîjan alî dibe bila bibe, çi fikrên siyasî yên cuda bibin bila bibin, em dikarin di bin ala zimanê xwe de bên cem hev. Di bin vê alê de em dikarin ji bo vî miletî ji bo vî zimanî çi bikin. Em ê tim wisa bisekinin an jî em ê bernameyeke xebatekê derxin û li hemberî bişaftinê têbikoşin? Em ê çi bikin. Bêhtir em ê li ser vê pirsê bisekinin. Me çi kiriye, em ê li wê jî binêrin. Kemasî û xetayên me çi ne? Em ê siberojê çi bikin? Em dixwazin bi karê zimanî, karê çandî û li dijî bişaftinê Kurd bibin yek û li gorî bernameyekê li gorî plansaziyekê xebata xwe bi hev re bikin. Armanca vê torê ev e.

Kurd divê êdî li hev bicivin û bibin yek. Kîjan mijar dibe bila bibe. Tişta ku me digihîne hev yek jî ziman e. Îro ev helwêsta zimanî Kurd kirin yek. Heke em ziman û çanda xwe ji dest berdin, tiştekî me yê ku em li vê dinyayê zêde bikin namîne. Em ê bibin hinekên din û em ê têk biçin ji ber wê jî ez dibêjim ne dereng e.”

 Qedrê Kurdî zêde bikin

   

Akademîsyen Cuma Çîçek jî xwest qedrê Kurdiyê bê bilindkirin: “Heke em weke sazî û dezgehên Kurdan di sala 2020’an de plansaziyeke giştî ji bo zîndekirin û xurtkirina Kurdî bi kar bînin, dibe ku sala 2021’ê ji bo saziyên Kurdan hemûyan planeke 10 salî bê eşkerekirin û bi her awayî em karibin bixebitin.

Bişaftin ne tenê meseleya ziman e ya pêşî hişmendiye. Hûn xwe biçûk dibînin. Çand, ziman û şexsê we dadixîne. Bişaftin dawiya dawî vê dike. Di nava civakê de hinekî ev yek şikestiye. Tişta ku ziman xurt dike qîmeta ziman e. Divê em bikin ku Kurdî bibe zimanekî bi qîmet. Dema hûn bi Kurdî zanibin divê tiştek bikeve destê we. Ez bi qîza xwe re Kurdî diaxivim jê re dibêjim, bi Kurdî zanîna te ji bo te serbilindiyek e. Divê mirov di warên aborî, ragihandinê de jî qîmeta ziman zêde bike. Dema saziyên Kurdan hemû du zimanî bin, bibêjin kesên bi Kurdî nizanin, nikarin li cem me bixebitin, ev ê bibe.”