
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete hêzên xwe yên Şam, Dêraz û Reqayê bi tang û çekên giran anîne herêmê û ev tişt hat gotin: “Hovîtiya wan gihîştiye wê merheleyê ku têkiliyê bi rejîmê re deynin û bi hevre êrîşî me bikin. Bombebarana Dêrik û Girkê Legê jî nîşana vê yekê ye. Ev êrîş bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ku di dema şoreşê de hatine bidestxistin û valakirina herêmê ya ji pêkhateyên wê pêk tên. Her wiha dixwazin herêmên Rojava dagir bikin.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku dewleta Tirk û cîranên wê jî bi ambargoya ku li ser rojavayê Kurdistanê didin meşandin piştgiriya êrîşan dikin. Hat gotin ku li hemberî van êrîşên hovane hêzên navnetewî jî bêdeng in. Der barê pevçûnên ku pêr ve didomin de jî agahî hatin dayinî û hat diyarkirin ku pevçûn li Serêkaniyê, Çilaxa, Rimêlan û derdora Dêrikê didomin.
Kuştî li pey xwe hiştin
Di daxuyaniyê de li ser şerê li herêma Serêkaniyê jî hat rawestandin û ev agahî hatin dayîn: “Şevê berîn çeteyên El Nusra, Artêşa Azad û hin çeteyên girêdayî wan, ji aliyê Til Xelefê ve êrîş pêk anîn. Li ser berxwedana YPG'ê şer derket. Di encama şer de 13 çete hatin kuştin. Êrîşkaran cenazeyên xwe hiştin û reviyan. Li aliyê din komek çete êrîşî gundê Çava yê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de ye û şêniyên wê êzidî ne kirin. Di êrîşê de malên gundiyan şewitandin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê mudaxele kirin û di encamê de 19 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, wesayîtek doçka hat rûxandin û gund hat rizgarkirin.”Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama şerê li herêma Serêkaniyê de şervanek û di şerê li Çilaxa de jî 2 şervanên YPG'ê şehîd ketine.
27 çete hatin kuştin
Der barê şerên li herêma Çilaxa û Girkê Legê de jî ev agahî hatin dayîn: “Li gundê Sefa yê bajaroka Çilaxa jî komên çete bi tangan û çekên giran êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 16 çete hatin kuştin, tangek û wesayîtek doçka hat rûxandin. Li derdora Girkê Legê, li gundê Sikeriya komên çete êrîş pêk anîn, lê di berxwedana YPG'ê de 11 êrîşkar hatin kuştin, tangek û wesayitek doçka hatin ruxandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku hemû nakokiyên xwe deynin aliyekê û bi yek dengî li dijî êrîşên çeteyan bibin yek.
DÎHA/QAMIŞLO
YPG’ê soza tolhidanê da gel
Meclisa Leşkerî ya YPG’ê a li Kobanê der barê pevçûnên li herêma rojavayê Kobanê de daxuyaniyek da û diyar kir 2 ciwanên welatparêzên ku bi YPG’ê re li dijî çeteyan şer dikirin û 2 şervanê YPG’ê ku têkilî bi wan re qut bûbû şehîd ketine.
Meclisa Leşkerî ya YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di 4’ê tîrmehê de, dema komên çete êrîşî gundên Qenaya û Îlecax Eban kirine pevçûn li herêma rojavayê Kobanê dest pê kiriye û heta 18’ê tîrmehê dom kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin pevçûn û berxwedana li dijî êrîşên komên çete li gundên wekî Qordiyan, Çeqel Wêran, El Boraz, Dugirman û Sehil Iwênê belav bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê bi rojan de berxwedaneke dîrokî hatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di roja 2’emîn a pevçûnên li gundê Qenaya têkiliya hêzên YPG’ê bi 4 şervanan re qut bûye û wiha got: “Di pevçûnê 13 rojan de têkiliya me bi 4 şervanên me re qut bû, piştî lêkolînê hat hînbûn ku şervanên me Ciwan Efrîn û Mistefa Mehmûd Bozan ku di nava 4 şervanên me yên windayî de bûn, şehîd ketine. Der barê 2 şervanên me yên din de jî lêgerîn hîn didome û dema me agahî bidest xistin em ê bi raya giştî re parve bikin.”
YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew soz didin gelê xwe, ew ê 4 şervanên ku ji bo parastina welatê xwe canê xwe dan, ji bîr nekir û ew ê tola wan hilînin.
KOBANÊ