Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê li başûrê Kurdistanê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên Silêmanî, li dijî êriş û bombebaranên dewletên Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanan û bi dirûşman piştgirî dan berxwedana gelê Rojava û şervanên QSD’ê û dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Li ser navê çalekgeran Ebûbekir Mecîd peyivî û got, “Armanca dewleta Tirk tenê Rojavayê Kurdistanê nîne, armanca wan qirkirina gelê Kurd e. Mecîd ji hunermed, rewşenbîr, çalakvan û kesayetên Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwest bin. Hevserokê Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Kurdistanê Silêman Ereb jî got, “Bila gelê me bizane dewleta Tirk bi van êrişan zext dike ji bo em îradeya xwe teslîmî wan bikin. Lê baweriya me bi hêza me û gelê me heye. Em parastina nirxên mirovahî dikin. Em bawer dikin ku wê di encama vî şerî de Statûya Rojavayê Kurdistanê were naskirin.”

Şengal û Rojava yek in

Bi heman armancê li bajaroka Sinûnê ya Şengalê jî meşek girseyî pêk hat. Meş ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîzekirin. Meşê ji ber Meclîsa Gel a Sinunê dest pê kir, di meşê de dirûşmên “Şengal û Rojava yek in, bijî berxwedana Îmralî” hatin berz kirin. Her wiha alên YBŞ, YPG û posterên Ocalan hatin bilindkirin. Meş heta ber avahiya Şaredariya Sinunê dewam kir. Piştre meş vegeriya mêtîngê, li vir axaftin hatinkirin. Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî, Meclîsa Demkî a Şengalê Seyîd Melhem, Yekîtiya Ciwanên Êzidî Harun Diyar, TAJÊ Meyan Nesir û li ser navê Rêveberiya bajaroka Sinûnê jî Xwedêda Çûkê axivîn. Di axaftinan de hate gotin, di rojên herî zehmet de her kesî pişta xwe da Şengalê, lê xelkê Rojava ji heft salî ta heftê salî ji bo Şengalê serferber bûn. Weke sazî û xelkê Şengalê bi hêza xwe hemûyî piştgiriya gelên Rojava bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN