Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan û Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Şuî ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Herdu hizban bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin da ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk bi rola xwe rabe.
Êrişan bidin rawestandin
Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî yê ku weke Mam Xidir tê naskirin, dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê rûreş kir û got; “Em weke Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê destwerdana welatên derve ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Bi salane dewleta Tirk xaka Başûr bombebaran dike, divê em li hemberî van kiryarane rabin. Divê serweriya xaka welatek, ji aliyê welatek din ve neyê binpêkirin. Ji bo vê pêwîste hikumeta Herêma Kurdistanê bi rola xwe rabe û bi rêya peywendiyên dîplomasî êrişên dewleta Tirk û Îranê bidin rawestandin.”
Xelkê sivîl dibe qurban
Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Şuî ya Kurdistanê Hîwa Umer jî got; “Me her tim helwesta xwe ya hemberî destwerdana li ser xaka başûrê Kurdistanê aniye ziman. Ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi temamî binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Mixabin ya ku em niha dibînin, her ku diçe bi taybet Tirkiye destwerdana welatên derve li ser herêmê zêde dibe. Desthilatdariya hikumeta herêmê jî lewaze. Hikumraniya dewrî jî destwerdana welatên derve zêde dike, ev jî dibe sedem ku valehiyek çêbibe û welatên derve tevlî karên navxweyî yên herêma Kurdistanê bibin. Ya rastî, dagirkeriya dewleta Tirk sînor hemû derbas kirine û di encamê de xelkê sivîl dibe qurban.” n ROJNEWS/HEWLÊR