Xelkê Geverê, ev 5 meh in di bin dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên herî dijwar de jiyana xwe ya rêveberiya xweser ava dike. Ligel hemû êrîşên dijwar ên polîsan TZP-Kurdî dest bi kursên xwe yên ziman û komîteyên ziman kiriye. Saziyên perwerdehiyê li gel hemû êrîşên dewletê xebatên xwe yên perwerdehiya ziman didomînin. 

Endamê KURDÎ-DER’ê û Mamosteyê Dibistana Dayîka Uveyşê, Dogan Engunder, têkildarî zimanê Kurdî diyar kir ku Kurdî ji bo civaka Kurd girîng e. Engunder, destnîşan kir ku nexasim ji bo civakên ku welatê wan hat dagirkirin û wiha axivî: “Piştî rêveberiya xweser hat îlankirin xebatên şênber derketin holê. Mînaka herî şênber jî dewletê li Farqîn, Cizîr, Gever û Nisebînê komkujî pêk anîn. Çand û dîrok tune kir. Li aliye din zarokên Kurdan di dibistanên xwe de asîmile dike.” 


Merheleyeke nû 

Enguder da zanîn ku ew ê li hemerî asmîlasyona dewletê ya li ser zarokan bi perwerdehiyên ziman û komite yên li her taxa Geverê avakirî bibin bersiv û wiha peyivî: “Civaka Kurd li hermberî êrîş û komkujiyên dewletê her roj li meydanan li ber xwe dide. Êdî merheleyek nû ji bo dibistan û zimanê Kurdî hatiye ava kirin. Êdî dewleta Tirk nikare li hemberî van xebatan bisekine.” 


Bi dibistanên azad bibin bersiv

Enguder, da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi bişaftinê gelê Kurd bihelîne û wiha dewam kir: “Lê gel li hemberî wê bişaftinê li ber xwe dide. Em dê bi dibistanên azad bersivê bidin êrîşên dewletê. Me ji bo zimanê Kurdî kursên ziman dane destpêkirin. Em dixwazin hemû kesên ji ziman hez dikin li van kursan bi cih bibin.” 


 COLEMÊRG