Em darbeya li dijî şaredarên Mêrdîn, Wan û Amedê weke darbeya li dijî xwe dihesibînin. Em vê biryarê nas nakin. Em li dijî vê zilmê derdikevin.

Li dijî dagirkerina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi qeyûman, di asta navneteweyî de danezanek hat dayîn. Di metna danezanê de tê gotin, “Em darbeya li dijî şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, weke li me hatiye kirin dihesibînin. Em bi qêrîn dibêjin, Bêdeng nemîne, tu dengê xwe nekî, wê dora te jî bê.”

Akademîsyen, siyasetvan, rojnamevan, parêzer û parêzvanên mafê mirovan li dijî dagirkeriya bi qeyûman a li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Di metna kampanyayê de hat gotin, “Demokrasiya qels a Tirkiyeyê yek ji derbên herî giran xwar, birîneke wê ya herî xedar çêbû. Bi biryara wezaretekê qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin û ev înfazeke bê dadgehkirin e.

Ev darbe ne li dijî şaredaran e. Ev li dijî wî gelê ew hilbijartî, li dijî mafê hilbijartinê yê gel darbeyek e. Ev di rêya ber bi dîktatoriyê sihê û temam de qonaxek e.

Em darbeya li dijî şaredarên Mêrdîn, Wan û Amedê weke darbeya li dijî xwe dihesibînin. Em vê biryarê nas nakin. Em li dijî vê zilmê derdikevin.

Bêdeng nemînin

Em pir baş dizanin ku sibehî dor wê were ser wan ên ku îro bêdeng in û em bi qêrîn dibêjin, ´Bêdeng nemîne, tu dengê xwe nekî, wê dora te jî bê.´

Li ku dera cihanê dibe bila bibe, em bang li her kesî dikin ku li dijî vê zilmê bi hev re bibin xwedî helwêst.

Em dizanin; Tirkiyeya demokratîk û azad a siberojê wê ji berxwedana dadmendiyê ya îro û ji hevgirtina aştiyê çêbe.’’

150 nûnerên siyaset û civaka sivîl

Di nava kesên metna danezanê mohrkirî de bi giştî 150 nûnerên siyaseta demokratîk û civaka sivîl a gelan hene. Navên çendekan ji wan jî li jêr in:

Gökay Akbuluk (Parlamentera Die Linke), Helin Evrim Sommer (parlamentera Die Linke), Cem Özdemir (Parlamenterê, Die Grünen), Saadet Karabulut (Paralmentera Holanda), Cansel Kiziltepe (Parlamentera SPT), Evin İncir (Parlamentera Parlamena Ewrûpa ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê), Kadir Kasirga (Parlamenterê ji Partiya Sosyal Demokrat a Karker a Swêdê), Amineh Kakabaveh (Parlamentera ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê), Cansu Ozdemir (Parlamentera Eyaleta Hamburgê), Berivan Aymaz (Parlamentera eyaleta NRW´ê), Serkan Kose (Parlamentera ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê), Hakan Taş (Parlamenterê eyaleta Berlînê), Bulent Ant (Sekreterê giştî yê AABK´yê), Mahir Ofcan (Înîsiyatîfa Alternatîf-Deryareşê), Aziz Gergin (Ji Yekîtiya Suryaniyan a Ewrûpa, Hatip Dicle (Siyasetvan), Mustafa Altioklar (Derhêner), Hayko Bagdat (Rojnamevan), Îsmaîl Beşîkçî (Nivîskarê Lêkolîner), Ragip Duran (Rojnamevan), Fehim Işık (Rojnamevan), Can Dündar (Rojnamevan), Eren Keskin (Parêzvana Mafê Mirovan), Prof. Dr. Cengiz Aktar (Akademîsyen), Prof. Dr. Baskın Oran (Akademîsyen), Prof. Dr. H. Neşe Özgen (Akademîsyen), Doç. Dr. Nasan Üstündağ (Akademisyen).

 

NAVENDA NÛÇEYAN